Sê sal ji dagirkirinê...Rêxistina Mafên Mirovan sûcên dewleta Tirk li Efrînê eşkere kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku ji dema dagirkirina Efrînê di 2018`an de, 674 kes hatine kuştin, 7 hezar û 343 sivîl hatine revandin û 400 hezar kesên biyanî li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine bicihkirin.

Sê sal ji dagirkirinê...Rêxistina Mafên Mirovan sûcên dewleta Tirk li Efrînê eşkere kir
3 ÇILE, 2021   14:17
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efîrnê îro bi daxuyaniyekê bilançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Efrînê ji destpêka dagirkirina bajêr ve, eşkere kir.

 ‘LI EFRÎNÊ 400 HEZAR KESÊN BIYANÎ HATINE BICIHKIRIN’

Rêxistinê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li kampa Serdema ya kantona Şehbayê, da û tê de eşkere kir ku piştî koçberkirina zêdetirî 300 hezar kes ji şêniyên Efrînê yên resen, 400 hezar kesên ji herêmên şer ên Sûriyê li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.

 ‘GUHERTINA NAVÊN GUND Û QADAN’

Rêxistinê îşaret bi guhertina demografiya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ya bi rêya guhertina navên gundan, cihên sereke li bajêr, kir. Rêxistinê diyar kir ku navê Qada “Azadî” veguheriya Qada Ataturk, çerxerêya “Newroz” bûye çerxerêya Selaheldîn, çerxerêya Wetenî bûye çerxerêya 18`ê Adarê û çerxerêya Kawayê Hesnikar jî bûye çerxerêya Çiqila Zeytûnê.

Rêxistinê wiha domand: “Di çarçoveya guhertina navên gundan de, dagirkeriya Tirk navê gundê Qestel Miqdad veguherand Silcûq Obasî, gundê Kotana veguherand Zafir Obasî û gundê Kurzêlê veguherand Cefer Obasî.”

Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrînê bi berdewamiya daxuyaniyê de piştrast kir ku dagirkeriya Tirk zimanê tirkî li dibistanan dide û alan tirkî jî li ser cilê xwendaran jî daniye.

Rêxistinê anî ziman ku di çarçoveya guhartina demografiyê de, dagirkeriya Tirk şêniyên sûrî neçar kirin ku nasnameyên tirkî der bixin.

REVANDINA  7 HEZAR Û 343 SIVÎL

Rêxistina Mafên Mirovan teqez kir ku di nava sê salên ji dagirkeriyê, 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin û çarenûsa piraniya wan hîna ne diyar e, her wiha sivîlên Kurd jî her tim têne revandin û li hemberî berdana wan, pere dixwazin.

KUŞTINA 674 SIVÎLAN

Rêxistinê destnîşan kir ku di nava sê salan de, 604 sivîl hatin kuştin, ji wan 498 sivîl bi topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 82 kes jî di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

Rêxistinê diyar kir ku 70 jin hatin kuştin, ji wan 5 bûyerên xwekuştin û 68 jin jî destdirêjî li ser wan hate kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bilêv kir ku 696 sivîl jî di encama topbarana hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê birîndar bûn, ji wan 303 zarok in û 213 jî jin birîndar bûn. Di heman demê de, ji ber mayîn û erebeyên teqemeniyê jî 207 kes birîndar bûn.

LI EFRÎNÊ 314 HEZAR Û 400 DAR HAT BIRÎN

Rêxistinê piştrast kir ku zêdetirî 314 hezar û 400 darên zeytûnê û darên din da ku bazirganiya êzingan pê bikin, hatin birîn û zêdetirî 11 hezar darên zeytûnê û darên din û 11 hêktar ji erdên çandinyê hatin şewtandin.

43 CIHÊN ŞÛNWARÎ Û CIHÊN OLÎ HATIN RÛXANDIN

Der barê cihên dîrokî rêxistinê gorî mûdriyeta şûnwarî ya Efrînê diyar kir ku li herêma Efrînê zêdetirî 75 girên dîrokî hene, her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû girên şûnwarî kolandine.

Rêxistinê ku agahiyê xwe dispêre mûdiriyeta şûnwaran a Efrînê ragihand ku zêdetirî 28 cihên dîrokî û depo, 15 cihên olî hatin wêrankirin. Li aliyekî din gelek goristan hatin rûxandin û li şûnê sûka dewaran vekirin.

Rêxistinê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk xeta tirênê ya navbera Meydan Ekbes a li navçeya Reco û El-Mare ya li navçeya Kefer Cenê û Qetmê ya li navçeya Şera vekir û firotin bazirganên Ezazê.

BÎLANÇOYA 2020'

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê bîlançoya sûcan di sala 2020'an de eşkere kir û piştrast kir ku 58 kes di nav de 8 jin hatine kuştin û 987 kes di nav de 92 jin hatine revandin.

Li gorî rêxistinê, 50 cihên dîrokî hatin talankirin û wêrankirin. Her wiha di encama vekirina rêya navbera navçeya Cindirêsê û Hatay zêdetirî 72 hezar darên zeytûnan hatin birîn û bi hezaran jî hatin hilkirin.

Li gorî rêxistinê, nêzî 250 mal hatin destserkirin û 39 teqîn pêk hatin di encamê de zêdetirî 170 kesî birîndar bûn û hatin kuştin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navnetewî yên hiqûqî û mirovahî, di serî rêxistinên Neteweyî Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan, UNICEF û UNESCO kirin ku erka xwe ya exlaqî û mirovahî bi cih bînin.

Her wiha rêxistinê bang li wan kir ku zext li Tirkiyê bike da ku hemû hêzên xwe ji axa Sûriyê vekşîne û rê li ber koçberan re vekin da ku vegerin malên xwe. Her wiha bang lu rêxistinên hiqûqî û mirovahî û dezgehên çapemeniyê kir ku bikevin herêma Efrîn û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan belge bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku "Dozeke lezgîn li hemberî serokê dewleta Tirk û wezîrê wê yê parastinê, fermandarê Erkana Artêşa Tirkiyê, fermanên Îtîlafa Sûriyê ya bi navê hikumeta demkî û hemû kesên ku destên wand di van sûcan de hene vekin û radestî dadgeha cezayan a navneteweyî bikin, ji ber ku li gorî peyman û qanûnên navneteweyî sûcên ku pêk anîne dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî û qirkiirina komî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1rKmjh3uUYo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>