Li Tirbespiyê merasîmê du gerîlayên şehîd hat lidarxistin

Li navçeya Tirbespiyê ji bo gerîlayên HPG'ê Hacer Mûsa (Warşîn) û Hatim Beto (Botan Çiya) merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Li Tirbespiyê merasîmê du gerîlayên şehîd hat lidarxistin
3 ÇILE, 2021   14:52
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê ji bo gerîlayên HPG'ê Hacer Mûsa (Warşîn Egîd) ya ku 23'yê Tîrmeha 2020'an şehîd bibû û Hatim Beto (Botan Çiya) ê ku 28'ê Kanûna 2020'an li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîmek li dar xist.

Merasîm bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/01/03/134123_tirbespi-merasim-28329.webp

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê Dilbirîn Ferho axivî û got: "Şehîd şehîdên tevahî gelan in, ji ber ku ji bo azadiya gelan şerê kirin û canê xwe feda kir."

/ar/uploads/files/2021/01/03/134228_dlbryn-frhw.webp

Apê şehîd Botan Çiya, Samir Beto bi navê malbata şehîd axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta Botan serbilind in, ji ber ku ji bo parastina welatê xwe û azadiya gelê xwe şehîd bû û bi îradeya xwe rêya şehadetê hilbijartin.

/ar/uploads/files/2021/01/03/134318_tirbespi-merasim-28129.webp

Bavê şehîd Warşîn, Mehmûd Mûsa jî got: "Em amade ne hîn jî zarokên xwe di oxira welatekî azad de bidin."

Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Beşdaran sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest.

ANHA