Dagirkeriya Tirk sewqiyatên leşkerî ber bi Idlibê ve didomîne

Dagirkeriya Tirk sewqiyatên leşkerî ber bi nuqteyên "çavdêriyê" yên li “herêmên bêçek” dewam dike.

Dagirkeriya Tirk sewqiyatên leşkerî ber bi Idlibê ve didomîne
3 ÇILE, 2021   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku 12 wesayîtên leşkerî yên dagirkeriya Tirk di deriyê Kefer Lûsîn re ber bi gundewarên başûrê Idlibê ve çûn.

Hejmara wesayîtên dagirkeriya Tirk ku ketine axa Sûriyê ji destpêka agirbestê ve ji bilî leşkeran, gihaşt 7 hezar û 825’an.

(dm)