Li Kobanê ji bo piştgiriya çalakvanên zîndanan greva birçîbûnê dest pê kir

Îro li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk, bi beşdariya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

Li Kobanê ji bo piştgiriya çalakvanên zîndanan greva birçîbûnê dest pê kir
3 ÇILE, 2021   12:25

Bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo rêber Apo re", Meclisa Malbatên Şehîdan îro li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê konê çalakiya greva birçîbûnê veda.

Hemleya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ji bo rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina girtina parlamenter û hevseroka KCD`ê Leyla Guven, bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye”  38 roj e dewam dike.

Konê çalakiyê bi alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, siyasetmedar Leyla Guven û pankartên bi nivîsa "Berxwedan û cenga Heftanînê silav dikin, xeta îxanetê û êrişa dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin", "Kes nikare roja me tarî bike", "Berxwedana jinan faşîzma Erdogan têk bir" hat xemilandin.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û tekez kir ku dê piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê ya li girtîgehan bikin. Balî her wiha bang li welatên cîhanê kir ku destwerdanê bikin û got: “Mafê Kurdan heye ku bi aştî bijîn. Divê dewleta Tirk dev ji siyasetên xwe yên zordariyê berde.”

Balî piştrast kir ku ew ê piştgiriya berxwedana zindanan bikin heta ku armancên girtiyan pêk bên.

Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim wiha axivî: “Em îro li vir in da ku piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û tecrîdê ji ser rêber Apo ku ji beriya 22 salan ve li girtîgeha Îmraliyê tê girtin, rakin. Divê em têkoşînê bilind bikin da ku hemû cîhan zilm û zordariya li girtîgehên Tirkiyê bizane.”

Rewşen destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd qir bike, lê belê fikr û felsefeya rêber Ocalan niha li tevahî cîhanê belav bûye û got: “Ji lew re hikumeta Tirk tecrîdeke din di nava tecrîdê de li ser Ocalan ferz dike.”

Hikumeta Tirk ji 27`ê Tîrmeha 2011`an ve tecrîdeke girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtina bi parêzer û malbatê re lê qedexe kiriye.

Rewşen daxuyand ku komploya li dijî rêber Ocalan, hîna li hemû herêmên Kurdistanê li dijî gelê Kurd dewam dike, da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe. Rewşen her wiha destnîşan kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê, di rêça demokrasî û pêkanîna wekheviyê di civakê de meşiya.

Piştre hevserokê Meclisa Navçeya Şêran Xelîl Muslim axivî û îşaret bi hevgirtina li dijî dagirkeriya Tirk û zordariyê kir û got: “Ew tekane rêbaz e ji bo pêşîgirtina siyasetên dijminahiyê yên li dijî gelê Kurd.”

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê heta 9`ê vê mehê bi beşdarbûna 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê dewam bike.

Di 9 rojên çalakiyê de, ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dê sazî û partiyên siyasî yên herêmê serdana konê çalakiyê bikin.

Îro, şandeyeke Kongreya Star û navçeya Şêranê serdana konê çalakiya greva birçîbûnê kir. Tê payîn ku partiyên siyasî yên herêma Firatê û navçeya Çelebiyê sibê serdana konê çalakiyê bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OEZdP88DhOM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>