​​​​​​​Panorama hefteyê: Hevkariya Rûsya û dewleta Tirk xurtir dibe

Hevkariya Rûsya- dewleta Tirk, aloziya di navbera Amerîka û Îranê de, her wiha aloziya Lîbyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Hevkariya Rûsya û dewleta Tirk xurtir dibe
3 ÇILE, 2021   04:33
NAVENDA NÛÇEYAN

 RÛSYA Û DEWLETA TIRK DI NAVA HEVKARIYÊN DE NE

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê nivîsî:"Zextên heyî yên di nava dewletên navnetewî de bû sedem ku dewleta Tirk û Rûsyayê hîn bêhtir nêzî hev bibin. Li gorî vê dê her du alî di pir dosyayan de hevkariyê bikin, bi taybet mijarên girêdayî Bakurê Sûriyê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergay Lavrov roja sêşemê piştrast kir tevî hemû cezayên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Tirkiyê birîne piştî kirîna sistema moşekên Rûsyayê, wê hevkariya leşkerî ya di navbera Moskov û Enqereyê de dê dewam bike.

Lavrov her wiha piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mavlut Çavuşoglu li Moskovayê re, got: "Me got teqez em hevkariya xwe ya leşkerî bi pêş bixin.

Wezîrê Rûsyayê her wiha piştrast kir ku serok Vladimîr Pûtîn, helwesta dewleta Tirk a berdewamkirina hevkariyê, bi başî dinirxîne.

Girêdayî heman mijarê Rojnameya El-Ereb nivîseke bi sernavê "Fişarên dewletên Rojava dewleta Tirk û Rûsyayê nêzî hev dikin'' weşand û wiha tê de got: "Serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li paytexta Rûsyayê Moskovê, nîşan dide ku nêzîkbûna di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, tevî nakokiyên di navbera wan de ji berê bi hêztir bûye."

Çavdêr dibêjin ku êdî Rûsya der barê firehbûna desthilata dewleta Tirk li Sûriye û Lîbyayê ji berê bêhtir vekirî ye, bi taybet piştî cezayên Amerîkayê yên dawiyê ku ev ceza dê Tirkiyê ber bi Moskovê ve bibin.

Çavdêran da zanîn ku fişarên dewletên rojavayî, bi taybet cezayên li dijî dewleta Tirk û Rûsyayê di demên dawî de, nakokiyên di navbera her du welatan de kêm kirin. Her wiha çavdêran gotin Ewropa û Amerîkayê ji bo nêzikbûna Moskov û Enqere bûn alîkar."

 DI SALVEGERA KUŞTINA SULEYMANÎ Û EL-MUHENDIS DE IRAQ LI PÊŞBERÎ SENARYOYA TEVLIHEVIYÊ YE

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa tevlihev a Iraqê ji ber salvegera kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî, wiha nivîsî: “Welatiyên Iraqê ji ber îhtimala derketina rageşiyê di navbera Îranê û Amerîkayê de bi fikar in ku dê welatê wan berdêla wê yekê bide."

Gelê Iraqê dizane ku welatê wan veguheriya qadeke şerê Îran û Amerîkayê û ji ber wê yekê aramî, îstiqrar û paşeroja zarokên wan dikeve xetereyê.

LÎBYA BÊYÎ ÎXWANAN NÊZÎ ÇARESERIYÊ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê a de rojnameya E-Beyan nivîsî: "Çavkaniyên agahdar diyar kir ku di pêvajoya bê de hin nîşanên çareseriya siyasî diyar dibin, ew jî dê bandorê li hemû aliyên aloziyê bike.

Çavkaniyan piştrast kir ku dê dema serokatiya Fayiz El-Serac bê dirêjkirin, ew bi lihevhatina navdewletî û herêmî.

Çavkaniyan got El-Serac bi xwe pêşniyar kiriye ku serokê hikumetê ji rojhilatê welêt bê hilbijartin. Tê payîn ku vê erkdariyê bidin serşaredarê berê yê Bengaziyê Ebdilrehman El-Ebar ku nêzî artêşê ye.”