​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin

Ruxmî derfetên kêm, zihniyeta di bin kontrola aboriya kapîtalîzmê de û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan di 2020`an de di warê aborî de encamên baş bi dest xistin û roleke girîng di sivikkirina aloziya aborî de lîst.

​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
​​​​​​​Berhemên jinan barên welatiyan sivik kirin
3 ÇILE, 2021   05:12
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Di şoreşa Rojava de ya ku derbasî sala xwe ya 10`an dibe, berhem û afrîneriya jinan derketin holê. Jin di tevahiya warên siyasî, çandî, civakî û aborî de bi ser ketin.

Ji wan berheman, rola avaker a ku jinan di 2020`an de lîstiye, jinan aboriya civakê nexasim aboriya xwe bi pêş xist. Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star bi awayekî mezin encamên ferzkirina qanûna Qayser sivik kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji 17`ê Hezîranê ve li ser hikumeta Şamê ferz kir. Ferzkirina qanûnê û daketina nirxa lîreyê Sûriyê aloziyek tengav li Sûriyê çêkir ku bandoreke neyênî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

ABORÎ VEGERANDIN CEWHERÊ WÊ YÊ RASTEQÎN

Bi avakirina Komîteya Aboriya Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di 2015`an de, jinan gelek projeyên xwe pêk anîn ku sûd li jinan û civakê kir. Armanca avakirina komîteyê; dîtina rêbazên vegerandina aboriyê li cewhrê wê, anku guhertina mentiqa aboriya kapîtalîst a ku li ser pêkanîna qezenca herî mezin û keysbaziyê ava dibe, bi aboriya komînal (civakî) ku aboriya wiha pênase dike; peydakirina pêdiviyên madî ji civakê re dûrî berjewendiyên kesayetî û jin ji aliyê aborî ve serbixwe be.

PROJEYÊN KU DI 2020`AN DE PÊK HATİNE

Der barê projeyên ku Komîteya Aboriya Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn de, endama komîteyê Xaliya Necar got di 2020`an de girîngî dane pêşxistina warê çandiniyê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha axa herêmê ya berhemdar û azarên şêniyên ji ber aloziya aborî, hişt ku ew warê çandiniyê bi pêş bixin.

Xaliya Necar wiha domand: “Ji projeyên ku pêk anîne, li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me baxçeyên sergirtî ava kirin, li herêma Firatê me gelek zeviyên çandiniyê îstîsmar kirin. Li kantona Hesekê 5 hezar donim hatin îstîsmarkirin. Tê de derdora 78 jin kar dikin. Ev proje ji bo koçberên Serêkaniyê hate veqetandin. Li Qamişloyê derdora hezar û 800 donim hatin îstîsmarkirin ku tê de 60 jin kar dikin. Li Dêrikê 3 koperatîfên çandiniyê hatin avakirin. Li navçeyên Amûde,Tirbespiyê û Şedadê jî koperatîf hatin avakirin. Me ev zevî radestî şêniyan kir ku ew sûd jê bigirin.”

Ev koperatîfên çandinî, bazirganî û sewalkariyê rolekê di pêşxistina aboriyê de dilîzin, derfetên karên komî yên hevgirtî di nava civakê de peyda dikin. Êdî bûne wesîleyeke çalak ji bo pêşxistina asta jiyanî û aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Berhem êdî bi bihayên guncew û li gorî rewşa jiyanî ya şêniyan tên firotin. Ev yek jî rihê komînal di navbera jinan de xurt dike û hilberîna xwecihî bi pêş dixe.

Xaliya Necar destnîşan kir ku wan li Reqa, Hesekê û navçeya Dirbêsiyê kargehên konserwe vekirin da ku jin mûna xwezayî ya bê madeyên kîmyawî çêkin û debara xwe pê bikin. Her wiha, li Qamişloyê dikanek ji bo firotina kelûpelên malan bi navê ''Star'' hat vekirin. Tê payîn ku piştî çend rojan mîna vê dikanê li navçeya Girkê Legê were vekirin.

Xaliya Necar wiha berdewam kir: “Me werşiyên dirûtînê jî vekirin, tê de jin kar dikin. Cil û berg li dikana bi navê Lavîn û şaxên wê yên li Kobanê, Qamişlo, navçeya Dirbêsiyê û Girkê Legê tên firotin.”

Komîteyê li Sêmalka ya navçeya Dêrikê xwaringehek û li kampên Weşûkanî û Newrozê dikanek madeyên xwarinê vekirin. Her wiha li Hesekê û Til Temirê projeya çêkirina nanê tenûrê, li navçeya Tirbespiyê projeya xwedîkirina sewalan, li Qamişlo û Amûdê kargeha “Lara” ya şêraniyê vekirin.

'ARMANC SIVIKKIRINA ALOZIYA ABORÎ Û SERXWEBÛNA JINAN E'

Xaliya Necar destnîşan kir ku ew ji projeyên ku di 2020`an de pêk anîne, armanc dikin ku aloziya aborî ya ku barê şêniyan giran kiriye, sivik bikin û jin ji aliyê aborî ve ser bi xwe be.

Der barê astengiyên ku li pêşberî xebatên komîteyê derketine, Xaliya Neçar destnîşan kir ku derfetên aborî yên sînordar, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, talankirina çeteyan a xêr û bereketa herêmên Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê û zihniyeta civakê ya ku hîna di bin kontrola aboriya kapîtalîst de ye, ev hemû li pêşiya xebatên wan bûn asteng.

PROJEYÊN KU TÊN NIRXANDIN, TÊN PAYÎN DI 2021`AN PÊK WERIN

Xaliya El-Necar da zanîn ku gelek proje hîna tên nirxandin û tê payîn di 2021`an de pêk werin mîna kargeha çêkirina çips, mekarna, madeyên paqijiyê û mendîlan. Dibe ku di warê sewalkariyê de gelek proje pêk werin . Xaliya piştrast kir ku projeyên plankirî dê bi destek û hevgirtina jinan û civakê pêk werin.

XEBATÊN WAN BERHEM DA

Xaliya Neçar di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku ruxmî ku derfetên wan kêm bûn, projeyên ku di 2020`an de hatine meşandin, bi rêjeya ji sedî 80 erênî bûn. Ev proje rê li pêşiya jinan vekir ku serxwebûna xwe pêk bînin û weke jineke jixwebawer xwe nîşan da. 

Endama Komîteya Aboriya Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xaliya Necar di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistin û tevgerên jinan kir ku piştgiriya wan bikin û bi wan re hevkar bin. Da ku karibin di warê aborî de desteka herêmê bikin û hewl bidin projeyên komînal bi pêş bixin, ji bo ku derfetên kar ji tevahiya jinan re peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/faUOEvgnYV4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>