Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Perwer Silêman xelat kir

Dr. Perwer Silêman ê ku ji bo şopandina pêketiyên vîrusa Koronayê kedeke mezin da ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ve hat xelatkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Perwer Silêman xelat kir
2 ÇILE, 2021   18:53
QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa îşev Dr. Perwer Silêman ê pisporê rewşên Awarte û Lênihêrîna Giran (Înayê El-Muşededê) li avahiya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê pêşwazî kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr.Mistefa Keleş û Gernendeyê Tenduristiyê yê Dêrikê Mihemed Ednan beşdarî hevdîtinê bû. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê plaketa spasiyê  diyarî Dr. Perwer Silêman kir, ji ber ked û xebat di ber kesên bi vîrusa Koronayê dikevin.

Dr.Ciwan Mistefa bi navên Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya Dr.Perwer Silêman ê pisporê Rewşên Awarte û Lênihêrîna Giran kir ku di vê rewşa dijwar a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas bûn xizmeta şêniyên herêmê kir.

Ciwan Mistefa ev yek li gotina xwe zêde kir:"Di vê pêvajoya zehmet de Dr.Perwer Silêman hat Rojava û alîkariya kesên ku bi vîrusa Koronayê dikevin, dike."

Mistefa anî ziman ku ew hêvîdar e hemû doktorên li derveyî welêt bi erka xwe rabin û alîkariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Paşê Dr. Perwer Silêman spasiya Desteya Tenduristiyê kir ku dema derbasî Rojava bû, pê re bûn alîkar.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berbelav bû nexasim li Dêrikê, Dr Perwer Silêman ku li derveyî welêt bû di 11`ê Mijdara sala derbasbûyî berê xwe da Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku alîkariya bide şêniyên herêmê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x7ZbAleGILg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>