Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Silêman Osman li Goristana Şehîd Dijle ya Kobanê oxir kirin. Di heman demê de, nasnameya şehîd Sulava Şêx Mihemed jî hate eşkerekirin.

Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
2 ÇILE, 2021   14:03
KOBANÊ

Bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, cenazeyê şervanê QSD`ê Silêman Osman ku di qezayekê de li nêzî Bendava Tişrîn şehîd bû, oxir kirin. Şehîd Silêman Osman(Diyar Şehba) ji gundê Sendera yê girêdayî bajarê Babê ye.

/ar/uploads/files/2021/01/02/132939_ahmd-shykhw.webp

Di heman demê de, nasnameya gerîlaya YJA-STAR Sulava Şêx Mihemed(Zinarîn Zinar) a ji gundê Bîr Zinar ê Kobanê ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, hate eşkerekirin.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Hevserokê Meclisa PYD`ê y Herêma Firatê Ehmed Şêxo di merasîmê de axivî û da zanîn ku divê destkeftiyê ku bi xwîna şehîdan hate bidestxistin, werin parastin.

/ar/uploads/files/2021/01/02/132943_akyd-bwtan.webp

Bi navê Meclisa Tebqa ya Leşkerî Egîd Botan jî axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî hêzên dagirker û çeteyên wê û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

/ar/uploads/files/2021/01/02/132954_jyhan-khdhrw.webp

Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro û bi navê malbata şehîd Diyar Şehba axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal kişand ser projeya biratiya gelan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd Diyar di nava tilîliyê dayîkan de, hate veşartin.

ANHA