Ji bo piştgiriya girtiyan, li Kobanê sibê greva birçîbûnê dest pê dike

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî diyar kir ku ji bo şermezarkirina hemleyên binçavkirinê li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ew ê ji sibê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

Ji bo piştgiriya girtiyan, li Kobanê sibê greva birçîbûnê dest pê dike
2 ÇILE, 2021   13:36
KOBANÊ

Bertekên gelên herêmê li dijî kiryarên hikumeta AKP`ê ya li dijî sivîl, siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqnas û parlamanteran dewam dikin.

Di demekê de ku li dijî kiryarên dermirovî yên hikumeta Tirkiyê deng bilind dibin, hêzên îstixbaratê yên Tirkiyê binpêkirina pîvan û rêgezên navneteweyî dewam dike. Herî dawî hêzên hikumeta Tirkiyê siyasetmedara Kurd Leyla Guven girt.

/ar/uploads/files/2021/01/02/124636_aarf-baly.webp

Ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî beriya çenda hefteyan li girtîgehên Tirkiyê daye destpêkirin, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ragihand ku ew ê ji sibê ve dest bi hemleya greva birçîbûnê bikin.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî ji ajansa me re wiha got: “Hemleya greva birçîbûnê li bajarê Kobanê dê ji sibê ve dset pê bike û heta 7 rojan dewam bike. Dê konê çalakiyê li qada şehîd Egîd a li navarasta Kobanê bê vedan.”

Balî lê zêde kir ku armanca vê konê ew ku dengê girtiyan bighînin raya giştî û sûcûn dewleta Tirk nexasim tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtina parlemanter û ҫalakvanên siyasî yên Kurd şermezer bikin.

Balî diyar kir ku desthildariya dewleta Tirk hemû cureyên eşkencekirinê li dijî girtiyên siyasî û hiquqî di zîndanan de pêk tîne, li aliyekî din bêdengiyek navneteweyî der bare van sûcan heye.

Arif Balî bi berdewamî got:"Nameya me nameyek mirovahî ye, em dibêjin êdî bes e ji girtina têkoşeran re, êdî bes e ji tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan. Pêwîste civaka navneteweyî bikeve tevgerê."

(cx-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XgXmMFFYXZ0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>