Hêzên dagirker gelek deverên kantona Şehbayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gelek gundên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

Hêzên dagirker gelek deverên kantona Şehbayê topbaran dikin
2 ÇILE, 2021   12:22
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bajarokê Til Rifet û gundên Şêx Hilal, Şêx Îsa, Teanê, Semûqa û bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

Derbarê encamê topbaranê de hîna agahî bi dest neketine.

(cx)

ANHA