Li Serêkaniyê ya dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya

Li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ku di demeke ku di navbera çeteyan û eşîra El-Qeracînê de tevlîhevî derketine de, erebeyeke bombebarkirî teqiya.  

Li Serêkaniyê ya dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya
2 ÇILE, 2021   13:26
HESEKê/DIYAR EHMED

Çavkaniyan ji herêmê ji ajansa me re ragihandin ku di nava rewşa tevlîhev ya ku li Serêkaniyê ya dagirkirî tê jiyîn de erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Çavkaniyan dan zanîn ku teqîn li nêzî sûka sebzeyan ya li ser rêya bajarokê Til Xelef pêk hatiye. Heman çavkaniyan diyar kirin ku di emcama teqînê de kuştî û birîndar çêbûne û ji wan sivîl jî hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Ev teqîn piştî tevlîheviyên ku ev du roj in di navbera eşîra El-Qeracînê û çeteyan de ku li herêmê derketine pêk hatiye. 

Her wiha çavkaniyan destnîşan kirin ku xelkê sivîl yên li bajêr bi tirs de dijîn, ji ber ku rewşeke bê serûber yê ewlehiyê heye û gelek teqîn pêk tên. 

ANHA