Koçberên Serêkaniyê li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan diçînin

Bi îsrara berxwedanê û bi armanca peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane, koçberên li kampa Serêkaniyê li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan diçînin.

Koçberên Serêkaniyê li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan diçînin
Koçberên Serêkaniyê li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan diçînin
Koçberên Serêkaniyê li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan diçînin
Koçberên Serêkaniyê li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan diçînin
2 ÇILE, 2021   09:58
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

Li kampa Serêkaniyê, koçberan li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk ên sebzeyan çandine.

Nûfa Qewas yek ji koçberên Serêkaniyê ye ku sebze çandine wiha dibêje: "Ji bo ku ew sûdê ji erdên vala yên li pêşiya konan bigirin, me curyên sebzeyên zivistanê lê çandin."

Eyşe Mihemed jî ku li kampê dimîne diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar yên di kampan de û bihabûna kelûpelan li sûkan, wan sebze çandin da ku di demsala zivistanê de jê sûdê bigirin.

Eyşe anî ziman ku baxçeyên sebzeyan dîmenekî xweşik daye kampê û destnîşan kir ku ew tovê curyên din ên sebzeyan ji rêveberiya kampê dixwazin.

Koçberên Efrînê yên ku li kampa Berxwedanê ya li kantona Şehbayê dimînin jî li pêşiya konên xwe baxçeyên biçûk çandin. Koçber bi vê yekê îsrara xwe ya vegera li warê xwe û berxwedana li hemberî dagirkeran, nîşan didin.

(dm)

ANHA