SOHR: Di sala 2020`an de Îsraîlê 39 caran Sûriyê hedef girt

Li gorî SOHR`ê di encama 39 êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê de di sala 2020`an de, derdora 217 endamên îranî, hêzên hikumeta Şamê û sivîl hatine kuştin.

SOHR: Di sala 2020`an de Îsraîlê 39 caran Sûriyê hedef girt
2 ÇILE, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneya ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kiriye, Îsraîlê 39 caran axa Sûriyê kirine hedef. Di encamê de 217 endamên îranî, komên girêdayî wê, hêzên hikumeta Şamê û sivîl hatine kuştin.

Navendê bi bîr xist ku Îsraîlê bi moşekan yan jî bi balafiran êrişî Sûriyê kiriye û di encamê de 135 hedef ji avahiyî, depo, baregeh, navend û erebe wêran bûne.

Daneya êrişan wiha ye: 13 êriş li dijî Dêrazorê, 10 li dijî Şamê û gundewarê wê, 6 li dijî Dera û Quneyterayê, 5 li dijî Hums û Hemayê û 2 li dijî Helebê.

SOHR`ê da zanîn ku di encama wan derbeyên Îsraîlê de 217 kes hatin kuştin ji wan 4 sivîl di nav de jinek, 12 hêzên hikumeta Şamê, 30 kesên ji sûrî ku tevlî Îranê bûne, 56 endamên Hizbullahê Lubnanê û Heşid El-Şabî, 94 komên alîgirên Îranê yên biyanî, 21 ji Pasdarên Îranê.

Navendê bi bîr xist ku Îsraîlê di 14`ê Çileya 2020`an balafirgeha T4 a leşkerî ya li gundewarê rojhilatê Humsê kiribû hedef. Di encamê de 3 îranî hatibûn kuştin. Her wiha Îsraîlê di 2018`an de 26 caran û di 2019`an de 23 caran êriş li dijî Sûriyê pêk aniye.

Li aliyekî din Artêşa Îsraîlê pêncşema borî di rapora xwe ya salane de eşkere kiribû ku wê di 2020`an de derdora 50 nuqteyên li Sûriyê kirine hedef. Lê deteyên girêdayî wan nuqteyan pêşkêş nekirin.

(şx)