Artêşa Yemenê nuqteyên stratejîk li Mairibê bi dest xistin

Artêşa Yemenê duh ragihand ku piştî şerên dijwar bi komên Ensarallah El-Hûsî re, wan nuqteyên stratejîk li eniya çiyayê Murad ê başûrê parêzgeha Mairibê, rizgar kirine.

Artêşa Yemenê nuqteyên stratejîk li Mairibê bi dest xistin
2 ÇILE, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

 Fermandarê aliyê rojavayê eniya çiyayê Murad serheng Ehmed Micêdîi ji malpera Erebiyê nêt re wiha got: “Artêşa nîştimanî û leşkerên aliyê rojavayê eniya çiyayê Murad, nuqteyên stratejîk ji bin serweriya mîlîsên El-Hûsî rizgar kirin.”

Micêdîi destnîşan kir ku di şer de gelek endamên komên Hûsiyan hatine kuştin û birîndarkirin, her wiha gelek çekên komên bi ser  Îranê ve, hatine desteserkirin.

Çavkaniyan ji heman malperê re ragihand ku hêzên artêşê tevî hin endamên qebîleyan li dijî nuqeteyên di bin serweriya komên El-Hûsî de li eniya El-Hedba ya di navbera çiyayê Murad û Rihbê de, êriş pêk anîne.

Çavkaniyan daxuyand ku hêzên artêşê nuqteya El-Xerabê ya stratejîk ku girîngtirîn nuqteyên li aliyê rojavayê eniya çiyayê Murad e, rizgar kirine.

(cx)