Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kirin ku dest ji siyasetên dijberî Kurdan berde

Malbatên şehîdan ên Helebê gotin di demeke ku ji gelê Kurd yekitiya li dijî dijminan tê xwestin de, kiryarên dawîn ên PDK`ê dikevin asta “îxanetê”.

Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kirin ku dest ji siyasetên dijberî Kurdan berde
2 ÇILE, 2021   08:35
HELEB

Di 13`ê Kanûna borî de hêzên taybet ên PDK`ê gule li Hêzên Parastina Gel (HPG) reşandin, di encamê de 3 gerîlayên li herêma Amediyê ya girêdayî Dihokê ya Başûrê Kurdistanê birîndar bûn.

Malbatên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiryarên PDK`ê şermezar kirin û banga xurtkirina yekitiyê kir.

‘PDK PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK DIKE’

/ar/uploads/files/2021/01/02/073934_mhmd-khlyl_1.webp

Bavê şehîd Çekdar, Mihemed Xelî bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ku dev ji girêdana bi dijminên gelê Kurd re û “îxanetê” berde û diyar kir ku divê PDK bizane ku sûcekî mezin li dijî gelê xwe dike.

Xelîl “şerê îxanetê” red kir û got kiryarên bi vî rengî zirarê didin berjewendiyên gelê Kurd û di demekê de ku ji gelê Kurd tê xwestin ku yekitiya xwe xurt bike, rê li ber rijandina xwîna gelê Kurd vedike.

/ar/uploads/files/2021/01/02/073946_ndhal-aly.webp

Birayê şehîd Dewran, Nîdal Elî jî destnîşan kir ku êrişên PDK`ê li dijî gerîlayên HPG`ê ji bo pêkanîna armanc û berjewendiyên dewleta Tirk in û banga yekitiya neteweyî kir.

‘DIVÊ EM LI HEMBERÎ DIJMINÊN XWE BIBIN YEK’

/ar/uploads/files/2021/01/02/073906_zlwkh-mhmd.webp

Dayika şehîd Cegerxwîn, Zelûx Mihemed jî êrişên PDK`ê şermezar kirin û got: “Divê em Kurd bi xwe xwîna hev nerijînin û li hemberî dijminên xwe bibin yek.”

Zelûx bang li PDK`ê kir ku siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike û bi pey siyasetên dewleta Tirk nekeve.

/ar/uploads/files/2021/01/02/073916_fydan-hsyn.webp

Dayika şehîd Mihemed, Fîdan Hisên jî bang li PDK`ê kir ku bi pey berjewendiyên dijminên gelê Kurd nekeve, her wiha banga pêkanîna yekitiyê kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ekBIc05vevk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>