Senatorekî amerîkî hişyarî da Îranê: Em ê bersiveke tund bidin

Hemwextî nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî, senatorê amerîkî Lindsay Graham li ser provokasyonên muhtemel ên Îranê hişyarî da û tekez kir ku dê “bersiveke tund” bidin.

Senatorekî amerîkî hişyarî da Îranê: Em ê bersiveke tund bidin
2 ÇILE, 2021   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

 Senatorê komarparêz û serokê Desteya Qanûnsaz li ser hesabê xwe yê tiwîtterê xîtabî Îranê kir û got: “Divê hûn nefikirin ku siyaseta hundirîn a Amerîkayê em ji şopandina tevgerên we dûr xist. Heke pêwîst bike, em ê bersiveke tund bidin provokasyonên we.”

Ev hişyarî piştî ku fermdarê Feyleq El-Qudis ê girêdayî Pasdarên Îranê gefên pêkanîna çalakiyên terorîst li hundirê Amerîkayê xwarin, pêk hat.

Roja Înê, berpirsekî amerîkî eşkere kiribû ku welatê wî agahiyên li ser planên Îranê yên pêkanîna êrişan li dijî hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn an berjewendiyên Amerîka li herêmê, bi dest xistine.

(cx)