Çeteyên Erdogan ên li Lîbyayê li dijî nedayîna pereyan derketin

Çavkaniyên lîbyayî ragihand ku bi dehan çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk li dijî nedayîna pereyan derketin.

Çeteyên Erdogan ên li Lîbyayê li dijî nedayîna pereyan derketin
1 ÇILE, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên lîbyayî, ragihand ku li gorî vîdeoyeke li Fakulteya Polîsan a li Terablusê hatiye kişandin, gelek çeteyên Sûriyê ji ber nedayîna mûçeyan bi hêrs in.

Çavkaniyan bi bîr xist ku ev 5 meh e dayîna mûçeyan dereng maye.

Dewleta Tirk ji bo piştgiriya hikumeta Wîfaqê bi hezaran çeteyên ji Sûriyê veguhastin Lîbyayê.

Li gorî nûnera taybet a sekretera giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams hejmara hêzên biyanî û çeteyan li Lîbyayê di destpêka Kanûnê de gihaşt 20 hezaran. Her wiha piştrast kir ku ev li dijî serdestiya Lîbyayê ye.

(şx)