Xurtkirina derfetên aboriyê û vekirina projeyên çandiniyê ji bo jinên koçber

Bi armanca pêkanîna pêdiviyên xwe û alîkarîdayîna jinên Serêkaniyê yên koçber, Komîteya Aboriya Jinan a Kongeraya Star 5 hezar û 800 donim erdê çandinyê pêşkêşî wan kir da ku projeyên çandiniyê vekin.

Xurtkirina derfetên aboriyê û vekirina projeyên çandiniyê ji bo jinên koçber
Xurtkirina derfetên aboriyê û vekirina projeyên çandiniyê ji bo jinên koçber
Xurtkirina derfetên aboriyê û vekirina projeyên çandiniyê ji bo jinên koçber
1 ÇILE, 2021   11:55
QAMIŞLO / SILAVA EBDUREHMAN

Ji bo piştgirîkirina aboriya jinan Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek projeyan pêk tîne; projeyên ku aboriya jinan xurt dikin wekî kargeh, firne û atolye.

Vekirina van projeyan ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ya jinên ku bi zorê ji Serêkaniyê koçber bûne û ji bo ku derfetên karkirinê ji wan re peyda bikin, her wiha nêzî 5 hezar 800 donim erdê çandiniyê ji jinan re ji bo çandina genim hate veqetandin.

Komele nêzî 78 penaberên bêkes ji bilî hevjîn û dayikên şehîdan ên ku li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê dimînin, dihewîne. Ji her jinekê re 45 donim heye û her yek 150 hezar lîreyên Sûriyê dide da ku jê sûdê wergire.

Qezenc piştî berhevkirina berheman bi vî rengî tê belavkirin: Ji sedî 25 diçe fona komeleyê û ji sedî 75 li jinên ku beşdarî projeyê dibin, tê belavkirin.

Nicime Elî Hesen ji gundê El-Menacîr ê Serêkaniyê ye ku li kampa Waşûkanî dimîne û yek ji beşdarên projeyê ye, got: "Bi saya van projeyan em dikarin xwe bispêrin xwe. Em bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin û îro tenê konekî me yê biçûk heye.”

Nicime Elî keda ku Kongreya Star û beşdarên projeya çandiniyê ya ji bo alîkariya penaberan, erênî nirxand.

/ar/uploads/files/2021/01/01/112439_jmylh-28large29.webp

Cemîle Xidir El-Elî jî dayika şehîd Şêrvan e û diyar kir ku ew û komeke jinên li kampê dimînin beşdarî projeyê bûne.

Ji rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Armanc Mihemed got: “Piştî lidarxistina civînên berfereh, hat pêşniyarkirin ku desteka jinên koçber bi rêya projeyên çandinyê were kirin, ji ber vê yekê jî komîteyê ev tişt dan ser milên xwe.”

Armanca Mihemed destnîşan kir ku dikanek ji bo firotina madeyên xwarinê vekirin û 7 jinên ji kampê dihewîne. Her wiha hewl didin ku projeyên din ji bo aboriya jinan vekin.

(dm)

ANHA