Şêniyên Şengalê di roja 31`emîn de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 31`emîn de didome. Şêniyên Şengalê duh bi şev bi çalakvanan re sala nû bi coş pîroz kirin.

Şêniyên Şengalê di roja 31`emîn de çalakiya xwe didomînin
1 ÇILE, 2021   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 31`emîn de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Duh bi şev jî xelkê Şengalê sala nû bi coşeke mezin bi çalakvanan re pîroz kirin. Xelkê Şengalê serdana konê berxwedanê kirin, agir pêxistin stran gotin û bi coş sala nû pîroz kirin. Pîrozbahî li ber agir û stranan, heya derengiya şevê dewam kir.