Leşkerên Tirk li Colemêrgê gule li ciwanekî barandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Çemêkurk ê bajarokê Rûbarok ê Colemêrgê gule li ciwanê Reşît Ekîncî barandin û ew birîndar kir.

Leşkerên Tirk li Colemêrgê gule li ciwanekî barandin
1 ÇILE, 2021   12:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker duh bi şev li gundê Çemêkurk ê li herêma Rûbarok a Colemêrgê gule li Reşît Ekincî barandin.

Li gorî şahidekî, komeke ciwanên gundê Çemêkurkê ku xwest li girê Celikan derkevin seyranê, bûn hedefa leşkerên artêşa Tirk a dagirker.

Heman şahidan ragihand ku leşkerên li qeraqola nêzî cihê bûyerê, bang li ciwanan kir û ji ber wê hinek ciwan çûn cem wan û ji wan re gotin ew hatine seyranê. Gundiyan bi bîr xist ku ruxmî ku hevalên ciwanên ji gund, gundî bûn, lê dîsa leşkeran gule li ciwanan barandin. Di encamê de Reşît Ekîncî ji serê xwe birîndar bû.

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev agahî parve kir: "Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê welatiyên me yên çûne seyranê, bûn hedefa êrişa çekdarî ya leşkeran."