Greva birçîbûnê di roja 36`an de bi biryardariyeke xurt didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 36`an de bi koma 8`emîn didome û girtî di çalakiya xwe de bi biryar in.  

Greva birçîbûnê di roja 36`an de bi biryardariyeke xurt didome
1 ÇILE, 2021   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  36`an de bi koma 8`emîn berdewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.