‘Girtina Leyla Guven sûcek e û tu qanûn vê yekê rewa nakin’

Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Ibtîsam Abdulqadir got girtina Leyla Guven sûcek e û tu qanûn vê yekê rewa nakin. Her wiha bang li jinan kir ku li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.

‘Girtina Leyla Guven sûcek e û tu qanûn vê yekê rewa nakin’
1 ÇILE, 2021   10:13
MINBIC

Dewleta Tirk hîn jî li dijî jinên ku di hemû qadên jiyanê de îsbata xwe kirine, sûcan pêk tîne.

Berdevka Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê Ibtîsam Abdulqadir girtina desthilata Tirkiyê ji hevseroka KCK'ê Leyla Guven re û hikumê 22 salan ku lê birîye, şermezar kir.

Ibtîsam Ebdulqadir got ku Leyla Guven bi salan li dijî rejîma Tirkiyê li ber xwe da û di misogerkirina aştiyê û ewlehiyê û yekitiya neteweyî de xwedî rol bû, ji ber vê girtina wê sûceke û tu qanûn vê yekê rewa nake.

Ibtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku di qada siyasî de û di hemû qadan de Leyla Guven xwedî roleke erênî bû, dewleta Tirk ji jinên xurt û têkoşer ditirse ji lew re êrişî wan dike.

ꞌDIVÊ JIN BERXWEDANA LEYLA GUVEN JI XWE RE BIKIN MÎNAKꞌ

Ibtîsam Ebdulqadir da zanîn ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê û bi berxwedana armanca xwe pêk anî, gelek encamên erênî bi dest xistin û hemû jinan û gel ji xwe re kirin mînak.

Ibtîsam Ebdulqadir got hikumê li dijî parlamentera HDP`ê Leyla Guven ne qanûnî ye, pîvanên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike, di heman demê de hewldana şikandina vîna jinan e ji ber ku hikumên li dijî girtiyên siyasî tê meşandin hikumên çewistandina vîna wan e.

Di dawiyê de Ibtîsam Ebdulqadir bang li civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî girtiyan bi erka xwe rabin, her wiha bang li jinan jî kir ku li dijî dagirkeriyê û sûcên li dijî jinan yekitiya xwe çêkin û berxwedana Leyla Guven ji xwe re bikin mînak.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xUoTr29d7Yg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>