Endamê şandeya rewşenbîrên Rojava: Serdana me ji bo Başûr gaveke serkeftî bû

Endamê HRRK`ê helbestvan Ehmed Huseynî ku cihê xwe di nava şandeya çûye Başûrê Kudistanê digirt, serdana wan a Başûr bi gaveke serkeftî bi nav kir û diyar kir ku rewşenbîrên Kurd şerê navxweyî red dikin.

Endamê şandeya rewşenbîrên Rojava: Serdana me ji bo Başûr gaveke serkeftî bû
1 ÇILE, 2021   03:26
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di 24`ê Mijdarê de, şandeyeke rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê serdana dezgeh û saziyên rewşenbîrî yên Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, ji endama Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd û endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Huseynî pêk dihat.

Der barê hûrgiliyên serdana şandeyê de, ajansa me bi endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî re hevpeyvînek çêkir.

Armanca avakirina komîteyê û armanca serdana Başûrê Kurdistanê çi bû?

Proje ew bû ku sazî û dezgehên li Rojava karibin şandeyekê ava bikin da ku serdana Başûrê Kurdistanê bike û têkiliyan bi rewşenbîr, sazî û dezgehên Başûr re deyne û bi hev re bigihêjin helwesteke hevbeş, ku tê de fikr û nêrînên wan zelal bin. Her wiha karibin berjewendiyên neteweyî biparêzin û xwedî li nasnameya xwe derkevin. Armaca din jî ew bû ku rê li şerê navxweyî bigirin û nameyekê bidin aliyên siyasî yên kurdî ku gelê Kurd yek e.

Diviyabû ku 12 kesan cihê xwe di şandeyê de girtiba, lê belê ji ber rewşa Koronayê tenê 3 kesan cihê xwe di şandeyê de girt û bi mebesta naskirina rewşa Başûrê Kurdistanê berê xwe da Başûr.

Hûn bi kîjan aliyên Başûrê Kurdistanê re rûniştin û nîqaşên we li ser çi bûn?

Me serdana Yekitiya Nivîskarên Kurd a Dihokê, Rêveberiya Çand û Hunerê ya Dihokê, Rêveberiya WAR TV, Yekitiya Nivîskarên Kurd a Hewlêrê, Wezareta Rewşenbîriyê, Koşka Spî, Sendîkaya Rojnamegeran, dezgeha Serdem a çapkirin û weşanê, Saziya Kelepora Kurdî, Sendîkaya Rojnemevanan û Saziya PUK Media kir.

Bi giştî pêşwaziyeke germ hebû, me li ser hin mijaran nîqaş kir. Lê belê armanca me ya sereke naskirina hev û xwenêzîkkirina hev bû. Ji ber ku di rewşa heyî de em tişte di destê rewşenbîran dernakevin. Ji lew re me daxuyaniyên hevbeş nedan. Heke bi rastî jî tiştek bi destê me derketa, em ê gihaştibana daxuyaniyeke hevbeş anî nexşerêyekê ku hemû rewşenbîrên li parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt li ser li hev bikin û bi rastî karibin li biryarên siyasî bandor bikin û di çareseriyê de rolê bilîzin.

Di hevdîtinan de çawaniya xurtkirina têkiliyan û koordînasyona di navbera desteyên çandî de hatin nîqaşkirin. Mînak, heke çalakiyên wekî pêşangeh û mîhrîcan li Rojava li dar bikevin, aliyên Başûr jî bikarin beşdar bibin, da ku di navbera aliyên Rojava û Başûr de hevkariyek hebe da ku atomsfer û dîmeneke xweşik bê avakirin û karibin li ser bingeheke rewşenbîriyê bi hev re tev bigerin. Mebesta me ew bû ku rewşenbîrên her du parçeyên Kurdistanê hev dû baş nas bikin, daxwaz û nêrînan bi hev re parve bikin û bi hev re bigihêjin helwesteke hevbaş.

Rewşa Rojava û berxwedana tê kirin, mijareke sereke ya nîqaşên me bû. Rewşenbîrên Başûr hurmet li hemberî berxwedan û fedekariyên li Rojava tên kirin nîşan dan. Me li ser wê yekê li hev kir ku hin alî li Rojava hene ku avakirina yekrêziya kurdî asteng dikin û ji vê rewşê sûdê digirin.

Gelo têkildarî pirsgirêkên vê dawiyê di navbera aliyên kurdî de derketine, nîqaş hatin kirin?

Bi giştî nîqaş û guftûgoyên me li ser vê yekê bûn ku em ê çawa karibin di çareserkirina pirsgirêkan de rolekê bilîzin.

Em dikarin bibêjin ku em nêrînên xwe ji wan aliyan re radigihînin û em hêvî dikin ku em bandorekê li biryarên siyasî bikin. Em dixwazin rola me di çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina nakokiyan de hebe.

Zehmetiyên ku we kişandine çi bûn?

Ji ber pirsgirêka sînor me zehmetî kişandin, da ku ew pirsgirêk bên çareserkirin divê em hev du nas bikin. Serdanên di navbera Başûr û Rojava de çêdibin, piraniya wan siyasî ne, lê divê rewşenbîrên Kurd jî bikarin bi hêsanî biçin û bên û tecrubeyên xwe yên çandî bi hev re parve bikin, an jî berhemên xwe li wê herêma Kurdistanê jî belav bikin da ku xelkê wê derê jî wan nas bike.

Gelo dê serdanên di navbera rewşenbîrên Rojava û Başûrê Kurdistanê de dewam bikin?

Bi baweriya min heke rewşa Korona hinekî sivik bibe û derfet hebin, em dikarin careke din serdan bikin û bi awayekî berfireh hevdîtinan pêk bînin. Heta beriya serdanê jî em dikarin baş amadekariyên xwe bikin û asta koordîneya bi aliyê Başûr re xurttir bikin.

Di hevdîtinan de rewşenbîrên Başûr got ku ew dixwazin ji nêz ve Rojava nas bikin, li sazî û dezgehên Rojava bigerin û hevdîtinan bikin. Ji ber ku heta niha serdanên fermî ji bo Rojava pêk nehatine.

Hûn serdana şandeyê çawa dinirxînin?

Wek serdana destpêkê ku di rewşeke zehmet de pêk hat, em dikarin bibêjin serdaneke serkeftî bû. Kesên ku me hevdîtin bi wan re kirin, li dijî şerê navxweyî bûn. Lê hîna hemû encamên me dixwestin pêk nehatine, em dixwazin bi hev re bigihêjin rêkeftin an komcivînekê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/97KnyzA_WCY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>