Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin

komîteya Çalakiyan a Komeleya Şedadê ya Perwerdê ji zarokan re bi boneya sersalê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de stran, pêşandanên hunerî şano, helbest û werzîş hatin pêşkêşkirin.

Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin
Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin
Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin
Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin
Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin
Li Şedadê bi boneya sala nû şahiyek hate lidarxistin
31 kanûn, 2020   19:46
HESEKÊ

Li dibistana Elawî Salih bi boneya sala nû şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan xwendekar û mamosteyên ji tevahî dibistanan, Komîteya Rêveberiya Dibistanên Şedadê û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Di destpêka şahiyê de, hevserokê Komîteyê Rêveberiya Dibistanan a Şedadê Elaa Îbrahîm wiha got: "Armanc ji vê şahiyê ew e ku zarok kêfxweş bibin û ji hawaya klasîk bi der kevin. Li gel wê jî enerjiyên xwe yên hundirîn bi derxin, aktîf bikin û sûdê ji tevahî aliyên hunerî, werzîşî û hwd wergirin û zarokan teşwîqî parastina çand û hunera şêniyên herêmê bikin."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Komteya Çalakiyan a Komeleya Şedadê Hesen Reca hatina sala nû li xwendekar û beşdaran pîroz kir û behsa bernameya şahiyê ya ji şano, stran, helbest, werzîş û zanabûnê pêk tê, kir.

Piştre xwendekarên ji gelek dibistanên Şedadê beşdarî şahiyê bûne, hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de, hejmarek ji xwendekaran û hin mamoste hatin xelatkirin.

Reca da zanîn ku ew wek Komîteya Çalakiyan li Şedadê û bi destpêka sala nû re, dê gelek çalakiyên hunerî û lîstokî ji xwendekaran re pêşkêş bikin. Da ku xwendekaran teşwîqî geşkirina behreywên wan bikin, ku rihê pêşbirkê di navbera wan de were avakirin û bibe sedema derxistina enerjiyên xwe û ji hawaya şer bi der kevin.

Hejmarek ji xwendekaran jî, kêfxweşiya der barê şahiyê de raber kirin.

(fr)

ANHA