Mezlûm Ebdî peyama sala nû da

Mezlûm Ebdî sala nû li tevahiya gelan pîroz kir û got ku misogerkirina ewlehî, aştiyê û xurtkirina saziyên rêveberiyê û lidarxistina hilbijartinên ji plansaziyên wan ên sereke yên sala nû ne.

Mezlûm Ebdî peyama sala nû da
31 kanûn, 2020   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê peyama sala nû da.

Peyama Mezlûm Ebdî wiha ye: "Cîhan di saleke asteng û krîzan de derbas bû, sala nû li we pîroz dikim, hêviya salak bi tenduristî, aramî, ewlehî û aştiyê dixwazim.

Misogerkirina aştiyê, pêşxistina saziyên rêveberî û aboriyê û pêkanîna hilbijartinan xebatên me yên pêşîn ên salan nû ne.

Sersala gelê me û malbatên şehîdan pîroz be."

(eh)

ANHA