DAIŞ kuştina leşkerên hikumeta Şamê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ'ê, êrişa duh a li dijî wesayîta veguhestina leşkerên hikumeta Şamê girt ser xwe.

DAIŞ kuştina leşkerên hikumeta Şamê girt ser xwe
31 kanûn, 2020   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malperên ser bi çeteyên DAIŞ'ê ve " 40 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin."

Medyayên girêdayî hikumeta Şamê duh ragihandibûn ku "Di encama êrişa terorîst a li ser rêya Dêrazor-Tedmurê de 28 kesan jiyana xwe ji dest da". Li aliyekî din jî SOHR’ê da zanîn ku kesên hatin kuştin ji endamên hêzên hikumeta Şamê ne û hejmara wan 30 kes in.