​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne

Rûspiyên êlên Tebqayê îro serdana eniyên şer ên li Eyn Îsayê kir û destnîşan kir ku ew piştgiriya QSD`ê dikin.

​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
31 kanûn, 2020   13:48
EYN ÎSA

Şandeyek ji rûspiyên êlên bajarê Tebqayê tevî kesayetên ji Rêveberiya Sivîl a Tebqayê îro serdana navçeya Eyn Îsayê kir. Rûspiyan di serdanê de piştrast kir ku ew piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li baregeha xwe ya li Eyn Îsayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şandeya rûspiyan pêşwazî kir.

Di serdanê şêx Ayid El-Hadî bi navê şêniyên Tebqayê daxuyanî da, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê û hevkariya Rûsyayê bi êrişan re şermezar kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku generalên Rûs ên li baregeha Rûsyayê ya li Eyn Îsayê ferman dane efser û endamên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê ku bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker nedin, heta ku neyên hedefgirtin.

Şêx Ayid El-Hadî bang li civaka navneteweyî û hêza garantor Rûsyayê kir ku mudaxele bikin û van êrişên li dijî sivîlan rawestînin.

Şandeyê gilînameyek bi navê rûspiyên Tebqayê, radestî Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD`ê kir da ku ew jî radestî hêza garantor Rûsyayê bike.  iştre şandeyê serdena nuqteyên QSD`ê yên li eniyên Eyn Îsayê kir û piştrast kir ku ew piştgiriya şervanên li eniyên şer dikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef û ji fermandarên QSD`ê Mecid El-Şiblî spasiya rûspiyan kir û ji wan re piştrast kir ku ew dê herêmê ji timayên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Ji derdora du mehan ve artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina Eyn Îsayê êrişî herêmê dike. Hêzên Sûriya Demokratîk heta niha tevahiya êriş û hewldanên derbasbûna çeteyan şikandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VVBMXkfJ-yk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>