Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest

Bi hezaran şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Erûr re xwest
31 kanûn, 2020   14:38
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û Girkê Legê ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Erûr re yê ku di encama krîza dil de şehîd bû, xwestin. Sersaxî li gundê Selemiyê hate xwestin.

Piştî rêzgirtinê, ji fermandên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Navçeya Dêrikê Esed Ebdulezîz axivî û got ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin, parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û li dijî plan û lîstokên rejîma Baasê û faşîzma Tirkiyê bisekinin.

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya bilindkirina asta têkoşînê li hemberî xeteriyên li ser herêmê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA