Efrîniyan girtina Leyla Guven û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê bi daxuyaniyên cuda girtina Leyla Guven ji hêla desthilata Tirkiyê ve û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

Efrîniyan girtina Leyla Guven û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin
31 kanûn, 2020   13:28
ŞEHBA

Bi sedan xwendekarên herêma Efrînê û endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk li qada Peymangeha Viyan Amara ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniya tevgerê bûn. Endama tevgerê Bihar Silêman daxuyanî xwend.

Bi heman mebestê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê daxuyaniya xwe li pêşiya navenda yekitiyê ya li Kampa Serdemê da. Hevserokê yekitiyê Ismet Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyan de sûcên dewleta Tirk ên li dijî axa Kurdistanê, komkujiyên ku pêk tîne, binpêkirina mafên mirovan û siyasetên wê yên li dijî siyasetmedaran, hiqûqnasan û bi taybet li dijî jinan hatin şermezarkirin. Her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qVD5qfSNOfE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di berdewama her du daxuyaniyan de hate destnîşankrin ku berxwedana li Heftanînê, hemleya ku Kongreya Civaka Kurdistanê (KCK) bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’, hemleyên ku tevgerên ciwanan bi dirûşma ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ û berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de, asta têkoşînê mezin kir, hevkariya PDK`ê qels kir û ji bo parastina rêber Abdullah Ocalan bûn xelekek ji agir.

Di her du daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan siyasetên çewisandinê li dijî siyasetmedaran û azadîxwazan, nexasim jinan, dimeşîne û girtina Leyla Guven îsbata vê yekê ye.

Di dawiya her du daxuyaniyan de terora dewleta Tirk a li dijî gelan û girtina Leyla Guven hate şermezarkirin û banga serbestberdana tevahiya girtiyên siyasî hate kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZSs7fjlLo8A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>