Li Derayê efserek û 4 endamên Firqeya Çaran hatin kuştin

SOHR`ê da zanîn ku li gundewarên Derayê di encama êrişekê de ji hêla kesên nenas ve, 4 endamên Firqeya Çaran ên alîgirên Îranê û efserek hatine kuştin.

Li Derayê efserek û 4 endamên Firqeya Çaran hatin kuştin
31 kanûn, 2020   13:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku îro li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê endamên Firqeya Çaran a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji hêla kesên nenas ve ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, hatin hedefgirtin, di encamê de efserek û 4 endamên din hatin kuştin.

Rewşa li parêzgeha Derayê ya li başûrê Sûriyê ji ber nakokiyên di navbera Firqeya Çaran a alîgirê Îranê û endamê Feyleqa Pêncan anku “endamên teswiye” de ku Rûsya desteka wan dike, aloz e.

(şx)