Artêşa Tirk a dagirker gundê Kîstê yê Dihokê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li ser sînor û li nava xaka Başûrê Kurdistanê gundê Kîstê yê girêdayî Kanîmasî ya Dihokê, topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Kîstê yê Dihokê topbaran kir
31 kanûn, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, dewleta Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li ser sînor û di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, duh êvarê gundê Kîste yê ser bi Kanîmasiyê ve ku girêdayî parêzgeha Dihokê ye, topbaran kir.

Têkildarî encamên topbaranê heta niha agahî bi dest neketine.

(cx)