Malbat û parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Malbat û parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan.

Malbat û parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
31 kanûn, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Abdullah Ocalan Mihemed Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî ji bo bi wesîleya sala nû biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.