KCDK-E: Da ku 2021 bibe sala azadiya rêber Ocalan û Kurdistanê, em ê berxwedanê mezin bikin

KCDK-E’yê bi boneya sersalê peyamek weşand û got “Em ê li gel alîgirên demokrasî, azadî û yekitiya neteweyî têkoşîna hevpar mezin bikin û ji bo ku sala 2021'an bikin sala azadiya rêber Ocalan û Kurdistanê, em ê berxwedanê mezin bikin.”

KCDK-E: Da ku 2021 bibe sala azadiya rêber Ocalan û Kurdistanê, em ê berxwedanê mezin bikin
31 kanûn, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di sala 2020'an de li welêt û cîhanê komkujî û qirkirina li dijî jinan zêde bû, di heman demê de jinan pêşengî ji têkoşîna azadiyê û berxwedanê re kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sala 2020'an ji bo gelê Kurd bû saleke asta herî bilind a têkoşînê û hate gotin: "Li çar parçeyên Kurdistanê û deveyî welat gelê me li dijî qirkirinê bi rengekî destanî li ber xwe da. Li dijî zilma hêzên navneteweyî û paşverûtiya herêmê, tirs û komkujiyên çeteyên barbar ên faşîzma AKP-MHP'ê û dîktatoriya Erdogan şikandin û cesaret û hêz dan gelan."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviya paşerojê ya mirovahiyê û hate gotin: "Paradîgmaya wekhevî û azadîparêziya jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, ne tenê li Kurdistanê û herêmê her wiha li tevahiya cîhanê bû hêviya mirovahiyê.

Li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, gelê me di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye, l idijî faşîzm û daigrkeriyê, dema azadiyê ye' berxwedana xwe mezin kir. Li dijî dagirkerî, mêtingerî û nokeriyê, bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û berxwedanê, eniya neteweyî hate xurtkirin. Bi alîgirên demokrasî û azadiyê re eniya demokrasiyê hate mezinkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku sala 2020’an li welêt û cîhanê komkujî û qirkirina jinan zêde bû, lê di heman demê de jinan pêşengî ji têkoşîna azadiyê û berxwedanan hemûyan re kirin. KCDK-E'yê diyar kir ku ew bi xurtkirina têkoşîna li dijî pîlanên qirkirinê û dagirkeriyê yên Erdogan ê dîktator, dest bi sala 2021'ê dikin û wiha dewam kir:

"Bi navê KCDK-E'yê di sala 2021'ê de em ê li her deverê sazîbûna xwe, birêxistinbûna xwe xurttir bikin, hemû kurdistaniyên li derveyî welat bi rêxistin bikin, li gel alîgirên demokrasî, azadî û yekitiya neteweyî têkoşîna hevpar mezin bikin û tevî mirovahiya pêşverû bi ser bikevin. Ji bo ku sala 2021'ê bikin sala azadiya rêber Ocalan û Kurdistanê em ê berxwedanê mezin bikin."