Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne

Salek ber bi dawiyê ve ye û salek jî tê, lê belê hêviyên şêniyan her tim ew in ku ewlehî pêk bê, şer raweste û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi dawî bibe.

Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
Hêviyên şêniyan yên sala nû derxistina dagirkeran û pêkanîna ewlehî û aramiyê ne
31 kanûn, 2020   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2020’an ber bi dawiyê ve ye û bi hatina sala nû re, hê jî hêviyên şêniyan ew in ku di rojên bê de pêk bên.

Şêniyên Minbicê hêvî dikin ku ewlehî û aştî li tevahî Sûriyê pêk bê, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û êrişên bênavber bi dawî bibin.

Şêniya ji Minbicê ya bi navê Nezîfe Osman wiha got: "Îsal me gelek azar ji ber gefên dewleta Tirk kişandin, li gel wê jî belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê hebû."

 ‘DIVÊ EM YEK DESTÎ LI HEMBER GEFÊN DEWLETA TIRK BISEKININ’

Nezîfe Osman hêvî kir ku sala bê bibe sala ewlehî, aramî û aştiyê ku tê de pandemiya vîrusa Koronayê bi dawî bibe, gel di jiyaneke xwezayî de bijî. Her wiha hêvî kir ku gelê Sûriyê bi yek destî li hember gef û êrişên dewleta Tirk bisekine.

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Xada Hemîd wiha da zanîn: "Îsal di gel Rêveberiya Xweser de gel di jiyaneke ewle û aram de dijî. Lê belê êrişên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ev ewlehî qedexe kir, aloziya aborî zêde kir, her wiha ji ber pandemiya vîrusa Koronayê jî şêniyan gelek azar kişandin."

Têkildarî mijarê, şêniyê bi navê Şahir Umer ê ji Minbicê wiha diyar kir: "Dibe ku îsal saleke baş bû. Lê belê pandemiya vîrusa Koronayê bandorek li ser şêniyan kir û tirsek di nava wan de çêkir."

Lê şêniyên ji navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê hêvî kir ku di sala 2021’an de ewlehî û aramî li herêmê pêk bê, bibe salake tê de şer û wêrankirin tune be û ji pandemiya vîrusa Koronayê rizgar bibin.

Şêniya bi navê Necah Reşîd hatina sala 2021’an li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha axivî: "Li gorî min sala 2020’an kembax bû, ji aliyekî ve pandemî hebû ku pergala jiyana tevahî xirab kir û ji aliyekî din jî êriş û topbaranên rojane yên dewleta Tirk hebûn ku gef li ewlehî û aramiya me dixwar."

 ‘EM HÊVÎ DIKIN KU DI SALA NÛ DE ŞER Û WÊRAN TUNE BE’

Necah Reşîd di dawiyê de hêvî kir ku di sala nû de şer û wêran tune be û ji pandemiya Koronayê rizgar bibin.

Her wiha Abdullah Mihemed tenê hêviyek di sala nû de kir ku tevahî partî li hev kom bibin û yekitiya xwe ava bikin û wiha got: "Dê çêbiba, heke partiyên Kurd Ii hev kom bibana. Ji tevahî hêzên Kurd hêvî dikim ku li xwe vegerin û berjewendiyên xwe yên takakesî berdin."

Li dawiyê jî Silêman Faris da zanîn hewaya sersala îsal sar e. Ji ber hewayên salên berê ne mîna yên îsal bûn û hêvî kir ku sala 2021’na ji 2020’an xweştir be.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xItOlJlZJsw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>