Şêniyên Hîşe hevkariya Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir

Şêniyên bajarokê Hîşe hevkariya Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li dijî Eyn Îsayê de şermezar kirin.

Şêniyên Hîşe hevkariya Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir
30 kanûn, 2020   13:34
EYN ÎSA

Îro bi hezaran şêniyên bajarokê Hîşe û gundewarê rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê, hevkariya hêza garantor Rûsyayê bi wan êrişan re û ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) meşiyan.

/ar/uploads/files/2020/12/30/113005_eyn-isa-mes-28329.webp

Meş ji pêşiya avahiya Şaredariyê destpê kir û qada Meclisa bajarokê bi dawî bû. Şêniyan sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk, silavkirina berxwedana QSD û piştgiriya Eyn Îsayê berz kirin.

/ar/uploads/files/2020/12/30/113325_khlyl-aysa-alkhlyl.webpLi qadê, piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa Bajarokê Hîşe Xelîl Îsa El-Xelîl axivî û êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê û hevkariya Rûsyayê bi Tirkiyê re ji bo lawazkirina Rêveberiya Xweser ji aliyên siyasî û leşkerî ve şermezar kirin. El-Xelîl destnîşan kir ku Rûsya ji vê hevkariyê armanc dike destkeftiyên leşkerî ji bo hikumeta Şamê ya ku li hemberî êrişên li dijî Eyn Îsayê bêdeng e, bi dest bixe.

El-Xelîl soza piştgiriya QSD`ê da ya ku bi lehengî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide.

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Eyn Îsayê Kurdiye Bozan axivî û rêbaza hêza garantor Rûsya ya ji bo bidestxistina destkeftiyên leşkerî ji hêzên hikumeta Şamê re li ser hesabê topbarankirina herêmê û qetilkirina sivîlan, şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2020/12/30/113025_krdyh-bwzan.webp

Bi navê rûspiyên êlan şêx Hemed El-Selame axivî û destnîşan kir ku tevahiya êlên kantona Girê Spî û herêmê bi giştî baweriya wan bi QSD`ê heye û piştgiriya berxwedana wê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker dikin.

/ar/uploads/files/2020/12/30/113037_hmd-alslamh.webp

Meş bi berizkirina sloganên silavkirina berxwedana QSD û şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EYiCOMkR_VM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>