Dayîkên gerîla: Dewleta Tirk bi girtina siyasetmedaran mafên mirovan binpê dike

Dayîkên gerîla sûcên dewleta Tirk dijî siyasetmedaran şermezar kir û diyar kirin ku dewleta Tirk dijmantiya mafên mirovan û azadiya gelan dike.

Dayîkên gerîla: Dewleta Tirk bi girtina siyasetmedaran mafên mirovan binpê dike
30 kanûn, 2020   13:48
QAMIŞLO

Di berdewamiya çalakiyên dayîkên gerîla ku ji 16`ê Îlonê ve destpê kirî û her roja çarşemê çalakî lidar dixin, vê carê dayîkên gerîla daxuyaniyek der barê girtina Leyla Guven da.

Gelek malbat û dayîkên gerîla tevî endamên Kongeraya Star û endamên saziyên civaka sivîl a li navçeya Amûdê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ku ji aliyê Hene Xalid ve hate xwendin, li Qada Şehîd Cîhad hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

 “Di dîrokê de gelek netew û pêkhateyên ku bi fikr xwe yê demokratîk hatiye naskirin hene û li ser vê bingehê û bi giyana biratiya gelan jiyaye û banga azadiya jinan kiriye, jê gelê Kurd e. Jinên Kurd ji destpêka dîroka mirovahiyê ve û heta roja me ya îro xewdî mîrasek dîrokî û têkoşîn e.

Jinên Kurd Ii hember tevahiya astengiyên ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî  ve hatine kirin, li ber xwe da. Ev yek ne li gorî dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan û partiya wî bû.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî mafên mirovan, azadiya gelan, wekheviyê û azadiyê ye. Bi hezaran jinên siyasetmedar, çalakvan û rojnameger, bi sedan serokên şaredariyan û parlamenterên ku gel bi rêya hilbijartinan, ew pejirandine, girtin. Di nav de siyasetmedar û têkoşer Leyla Guven a ku bûye mînaka jina azad ku ji bo mafên gelê xwe têdikoşe. 

Divê rêxistinên navneteweyî bi taybet ên hiqûqî û rêxistinên jinan bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî rabin û ji bo serbestberdana Leyla Guven bixebitin.

Em dayîk û malbatên gerîlayan, van sûcan şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku li hember wan siyasetên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd bisekinin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fTNU1Jb-_uA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>