‘Binçavkirina Leyla Guven ne rewa ye û biryareke dijminahî ya li dijî tevahî gelê Kurd e’

Kongreya Star a kantona Hesekê diyar kir ku pîvanên edaletê û dozgeriyê li Tirkiyê, ne li gorî pîvanên navneteweyî ne û got “Binçavkirina Leyla Guven ne rewa ye û biryareke dijminahî ye ku tevahî gelê Kurd hedef digire.”

‘Binçavkirina Leyla Guven ne rewa ye û biryareke dijminahî ya li dijî tevahî gelê Kurd e’
30 kanûn, 2020   12:29
HESEKÊ

Kongreya Star li kampa Waşûkanî bi daxuyaniyekê biryara der heqê Leyla Guven de şermezar kir. Bi dehan endamên Kongreya Star, Weqfa Jina Azad û hevseroka kampa Waşûkanî Stêra Reşik, beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Endama rêveberiya Kongreya Star a kampa Waşûkanî Besîme Dawûd daxuyanî xwend.

Li Dirbêsiyê bi heman armancê Kongreya Star daxuyaniyek da. Endama Kongreya Star li Qada Şehîdan a navçeyê daxuyanî xwend û gelek jinên navçeyê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Di demekê de ku em banga azadî, edalet û wekheviyê û bidawîkirina tundî û dijminahiyê dikin, dewleta Tirk a dagirker biryara girtinê heta 22 salan li siyasetmedara Kurd Leyla Guven birî. Bi vê biryarê dixwazin vîna jinan bişikînin û rola wan di berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê de qels bikin.

Bi binçavkirina Leyla Guven, niyetên dewleta Tirk a qirkirina siyasetmedarên girêdayî fikrên azad ku li dijî siyasetên AKP`ê tê dikoşin, eşkere bûn. Mînaka herî berbiçav a wê yekê girtina rêber Abdullah Ocalan e.

Biryara der heqê Leyla Guven de ne rewa ye û biryareke dijminahî ye ku tevahî gelê Kurd dike hedef.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin ku xetereyê li ser gelê herêmê çêdike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SQYX0Hg9uuM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OZlrR7nxf_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>