KONGRA GEL: Em dikarin sala 2021'an bikin sala azadî û çareseriyê

KONGRA GEL bi peyamekê diyar kir ku ew bi berxwedaneke serkeftî dest bi sala 2021'an dikin û got “Di sala 2021'an de bi têkbirina faşîzma dewleta Tirk, em dikarin sala 2021'an bikin sala azadî û çareseriyê. Ji bo azadiya rêber Apo û ya gelê me, derfetên serkeftinê ji hemû deman zêdetir niha hene.”

KONGRA GEL: Em dikarin sala 2021'an bikin sala azadî û çareseriyê
30 kanûn, 2020   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya sala nû peyamek weşand û sala nû li rêber Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, têkoşeran, gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir.

Di peyama KONGRA GEL de wiha hate gotin:

"Di sala 2020'î de ji bo azadiya gelên Kurdistanê, li hemberî dewletên dagirker berxwedaneke bi qehremanî hat meşandin. Em bi vê wesîleyê di şexsiyeta heval Egîd Civyan, Kasim Engîn, Yılmaz Dersîm, Zîn Cîzre, Leyla Agirî û şehîdên Heftanînê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtin bibîrtînin. Soza pêkanîna armancên wan dubare dikin.

Di sala 2020'î de Vîrusa Coronayê ji bo gelên Kurdistanê û bo mirovahiyê xesareke pir mezin çêkir. Lê belê xeteriya faşîzmê ji bo gelên Kurdistanê ji Coronayê pir mezintir e. AKP-MHP bi hemû derfetên dewletê bi giştî êrişî gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê kir. Ji bo ku encam bigrin, li cîhanê û li herêmê hemû tifaqên xwe kar anîn, lê belê dîsa jî encam negirtin.

Di sala 2020'î de li Bakurê Kurdistanê neyartiya li hemberî gelê Kurd gihîşt asta herî jor. Dewleta faşîst ji bo vîna gelê Kurd bişkêne û teslîm bigre, êrişên xwe li ser hemû destketî û nirxên gelê Kurd bênavber dewam kir. Tecrîda li ser Rêber Apo bilav bû, gihîşt asta li ser gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê. Êrişên li ser HDP'ê û şaraderiyên Kurd bi her awayî dewam dikin. Dewleta faşîst neyartiya gelê Kurd vekirî dike, pêwîstiya veşartinê jî hîç nabîne.

'KONSEPTA DEWLETA TIRK LI HEFTANÎNÊ BI BERXWEDANA GERÎLA PÛÇ BÛ'

Îsal li Başûrê Kurdistanê konsepta şerê teknîkê yê dewleta Tirk, li Heftanînê bi berxwedana gerîla hate pûçkirin. Ev ji bo gerîla serkeftineke pir mezin bû. Berxwedana gerîla ya li Heftanînê, li ser hêviya şerê teknîkê yê dewleta Tirk derbeke pir mezin çêkir.

Li Başûrê Kurdistanê krîzeke aborî, siyasî û civakî heye. Dewleta dagirker a Tirk di vê rewşê de bi tifaqa PDK'ê dixwaze li Başûr şerê PKK'ê bike, di navbera PDK'ê û PKK'ê de şer derbixe. Bi vî awayî dixwaze hêvî û manewiyata gelê Kurd bişkêne. Heta niha çend provakasyon jî çêkirin, lê belê bi nêzîkbûna bi mesûliyet a PKK'ê pêşiya şer hate girtin. Gelê Kurdistanê di vê mijarê de pêwîst e pir hişyar bibe û ji bo şerekî bi vî rengî çênebe li ser PDK'ê zext bike. Şerê PDK û PKK’ê tenê xizmeta dewleta Tirk dike, ji bo gelê Kurd jî xeteriyeke pir mezin e.

Îsal tifaqa PDK'ê û hikumeta Bexdayê a li ser Şengalê çêbû. Ev ji bo gelê Êzdî fermana 75’emîn e. Ji bo gelê Kurdistanê jî şikestineke pir mezin e. Ji ber vê yekê jî pêwîst e gelê me di sala 2021’an de bi hemû awayî li Şengalê xwedî derkeve. Berxwedana gelê me ya niha li Şengalê tê meşandinê pir pîroz e, em bi dil û can silav dikin. Parastina destketiyên Şengalê wê bi berxwedana gelê me bi ser bikeve.

'GELÊ EFRÎNÊ NÎŞAN DIDE KU XAKA XWE JI ÇETEYAN RE NAHÊLE'

Em berxwedana gelê Efrînê bi rêzgirtin silav dikin. Bi rastî jî gelê me li Şehba yê di wan şert û mercên giran de bi berxwedana xwe diyar dikin ku tu caran axa xwe çeteyên dagirkerê Tirk re bernadin. Ev îradeyek pir mezin e û serkeftin jî ya vê îradeyê ye.

'BERXWEDANA RÊBER APO Û TEVGERA AZADIYÊ MOHRA XWE LI 2020’AN XIST'

Rexmê hemû êrişên dagirkeran, berxwedana Rêber Apo, a Tevgera Azadiyê, a gelên Kurdistanê di sala 2020'an de mohra xwe pêvajoyê lêxist. Dewleta dagirker siyaseta xwe ya hundir û ya derve de hîn bêhtir tengav bû, krîza aborî-siyasî-civakî daha jî girantir bû. Ji bo dewleta dagirker sala 2021’an, wê ji sala 2020’an xiraptir bibe.

Ji ber vê yekê jî biryara Tevgera Azadiyê a hemla 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dema azadiyê ye' biryara herî dîrokî ya sala 2020'an e. Li welat û derveyî welat kampanya di nav gel û dostan de bilav dibe. Bi taybetî li zindanan de ji bo azadiya Rêber Apo destpêkirina grevên birçîbûnê, di bilavbûn û mezinbûna kampanya yê de yê dewrekî esasî bileyîze. Em bi vê wesîlê berxwedanên li zindanan destpê kiriye jî car din bi dil û can silav dikin.

Em wek gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê, li ser vî esasî bi berxwedaneke serkeftî, bi hêvî û baweriyeke mezin dikevin sala 2021'an. Di sala 2021'ê de bi têkbirina faşîzma dewleta Tirk, em dikarin sala 2021'ê bikin sala azadî û çareseriyê. Ji bo azadiya rêber Apo û ya gelê me, derfetên serkeftinê ji hemû deman zêdetir niha heye. 

Em li ser vî esasî car din sala nû ya gelên Kurdistanê û a gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya sala 2021'an de serkeftinê dixwazin."