Dayika Demîrtaş: Heger kurê min terorîst e, çawa bû bernamzetê serokatiyê?

Dayika hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Sadiya Demîrtaş kurê xwe yê ku ji sala 2016'an ve girtî ye, wekî rehîm bi nav kir û got: "Heger kurê min terorîst e, çawa sala 2018'an di girtîgehê de bû bernamzetê serokatiyê?"

Dayika Demîrtaş: Heger kurê min terorîst e, çawa bû bernamzetê serokatiyê?
29 kanûn, 2020   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Sadiya Demîrtaş a ji rojnamevanan re axivî got: "Kurê min rehîn girtin û xistin girtîgehê û ew bi terorîst wesif kirin. Çawa dibe ku kurê min terorîst be? Zarokên min ne terostî in, heger terorîrst e çawa di  hilbijartinên Hezîrana 2018'an de di girtîgehê de dibe bernamzetê serokatiyê û çawa dibe parlamenter?"

Têkildarî redkirina Erdogan birayra Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan a derbarê Demîrtaş de, Sadiya Demîrtaş got: "Bi vê şêwazî wê çawa Tirkiyê tev li Yekitiya Ewropayê bibe?"

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan a derbarê serbestberdana Demîrtaş de ya ku 22'ê Kanûnê hatibû derxistin, rexne kir. Li ser vê yekê Sadiya Demîrtaş got: "Hinceta Tirkiyê ya binçavkirina wê zêdetirî 4 salan bi sûcên girêdayî terorê ew e ku nîqaşên siyasî bi sînor bike."