Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salane li Herêma Sebai Kîlo li dar xist.

Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
29 kanûn, 2020   17:21
DÊRAZOR

Hemû endam û rêveberên Desteya Xizmetguzarî û stasyonên avê yên gundewarê rojava û rojhilatê Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre projeyên ku Desteya Xizmetguzarî pêk anîne û yên nîvco hiştine hatin nîqaşkirin. Her wiha pirsgirkên ku li pêşiya xebatên xizmeguzariyê derdikevin hatin nîqaşkirin.

Endamê Beşê Diravî yê Desteya Xizmetguzarî Huzeyfa El-Ehmed axivî û got: "Dawiya her salê em civînekê li dar dixin da ku projeyên ku me pêkanîne nîqaş bikin, li giliyan guhdar bikin, rêbazên çareseriyê peyda bikin û plansaziyê pêşerojê deynin."

El-Ehmed sedema kêmbûna xebatên desteyê di demên dawî de spart, rewşa nebaş a ewlehiyê li hin herêman, krîza aborî, hilweşîna nirxê lîreyê Sûrî li beramberî dolar û belavbûna vîrusa koronayê.

El-Ehmed got ku tevî kêmbûna diraviya giştî ya desteyê û astengiyan, gelek proje ji bajarokê Cezrat ê rojava heya Baxozê yê rojhilat pêk anîne.

Huzeyfa El-Ehmed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê giraniya xebatên xwe yên dema pêş bidin berfirhekirina nivîsgehên diravî li tevahî şaredariyên Dêrazorê û got, ew ê mehane civînan li dar bixin da ku projeyan gav bi gav bişopînin da ku kêmasî dernekevin.

Di dawiya civînê de, sinvîzyoneke li ser xebatên desteyê yên sala 2020'an hate û projeyên ku dê di sala nû de pêk bîne, hate pêşandan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZAmFDEGHULo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>