Du balafirên kargoyê yên Tirkiyê gihaştin Lîbyayê

Îro dezgehên çapemeniyê bi bîr xist ku du balafirên kargoyê yên ji Tirkiyê bi rê ketine, gihaştin baregeha Wetiyê ya li Lîbyayê, ji wê zêdetir jî dewleta Tirk betariyên moşek û du pergalên radaran veguhastin xaka Lîbyayê. Ew yek jî niyeta Enqereyê ya bilindkirina şerekî nû nîşan dide

Du balafirên kargoyê yên Tirkiyê gihaştin Lîbyayê
29 kanûn, 2020   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Arebiye daxuyand ku îro du balafirên kargoyê yên dewleta Tirk li baregeha Wetiyê ya Lîbyayê daketin.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê li ser zimanên çavkaniyan eşkere kir ku Enqereyê betariyên moşekan û du pergalên radaran veguhastin xaka Lîbyayê.

Ev yek jî piştî serdana wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilusî Akar bi çend rojan ji Terablusê re pêk hat.

Aliyên Lîbyayê hewl didin çareseriya siyasî ku aloziya li welat bi dawî bike, ava bikin. Bi wê re jî di Mijdarê de lihevkirin li ser agirbestê çêbû.

(fr)