​​​​​​​Mgr. Joseph Shimei: Silavkirina QSD’ê ji bo me şahiyeke mezin e

Betriyerkê Labirşê yê Suryanê Katolîk li herêmên Cizîr û Firat Mgr. Joseph Shimei, di dema pêşwazîkirina şandeyeke QSD’ê de, got: "Silavkirina QSD'ê ji bo me şahiyeke mezin e û moralê me bilind kir."

​​​​​​​Mgr. Joseph Shimei: Silavkirina QSD’ê ji bo me şahiyeke mezin e
​​​​​​​Mgr. Joseph Shimei: Silavkirina QSD’ê ji bo me şahiyeke mezin e
​​​​​​​Mgr. Joseph Shimei: Silavkirina QSD’ê ji bo me şahiyeke mezin e
​​​​​​​Mgr. Joseph Shimei: Silavkirina QSD’ê ji bo me şahiyeke mezin e
29 kanûn, 2020   15:49
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-HENAR ÎBRAHÎM

Bi xwesteka Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, şandeyek ji QSD’ê serdana dêrên xiristiyan ên li Hesekê kir û cejna Neol li wan pîroz kir.

Şandeya QSD’ê ya ku vê sibehê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryan a li Hesekê kiriye ji  şêwirmendê fermadarê giştî yê QSD’ê Rêzan Gulo û endamê nivîsgeha şêwirmendê fermandarê giştî yê QSD’ê Mensûr Hec Mensûr pêk dihat.

Piştre şande tevî endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryan Emced Dawûd û endama Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî (Bêt Nehrên) ya li Hesekê Seher Dawûd serdana dêrên li bajêr kir.

Li Metraniya Suryan a Katolîk a li naverasta bajêr, Mgr. Joseph Shimei Betriyerkê Laberşê yê Suryan ê Katolîk li herêmên Cizîr û Firatê pêşwaziya şandeyê kir.

 ‘QSD’Ê CÎHAN JI ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RIZGAR KIR’

Di serdanê de, Mgr. Joseph Shimei kêfxweşî û hezkirina xwe ji tevahî pêkhateyên bi hev re li herêmê dijîn nîşan da û wiha got: "Parastina mirovahiyê, çi etnîk an jî mezheb dibe bila bibe, tiştekî gewre û pîroz e."

Mgr. Joseph Shimei di axaftina xwe de ya ji şandeya QSD’ê re da zanîn ku QSD’ê cîhan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û QSD’ê li tevahî qad û meydanan berxwedanî kir û li hember êrişên li dijî herêmê sekinî.

Mgr. Joseph Shimei wiha eşkere kir: "QSD’ê karî parastina pergal û rêxistina li herêmê bikira, ji ber ku rêgeza têgihiştinê pejirand. Em pêkhateyên herêmê li ser xakekê bi hev re dijîn, ji lew re divê em her tim diyalogên aştiyane pêk bînin, li kêlek hev du bisekinin û rêbazên têgihiştinê ya belavkirina aştiya li tevahî cîhanê vebijêrin."

 ‘ARMANC RIZGARKIRINA HERÊMÊ YE’

Li aliyekî din jî, endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya Hesekê Emced Dawûd got ew bi piştgiriya tevahî pêkhateyan serbilind in, da ku astengî û merheleyên bigirêk û niha yên li ser gelên herêmê derbas bikin û wiha pê de çû: "Ji lew re divê em tevahî nakokiyên xwe bidin aliyekî, da ku li hember tevahî plan û komployên li dijî herêmê bisekinin, da ku aştî û ewlehiyê li ser gel û hêzên me belav bikin û pêk bînin."

Girêdayî mijarê, şêwirmendê fermandariyê giştî yê QSD’ê Rêzan Gulo cejna Neol û serê salê li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û da zanîn ku armanca ji serdana wan xurtkirina têkiliyan e û wiha berdewam kir: "QSD’ê ji tevahî pêkhateyên herêmê ye û armanca me parastin û rizgarkirina herêmê ji destên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û bi hêvî ne di lavayên xwe de serkeftina me bixwazin."

Şêwirmendê fermandariyê giştî yê QSD’ê Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştevaniya tevahî pêkhateyên herêmê dikin û hêvî kir ku aştî li tevahî bajar û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê belav bibe.

Piştî hevdîtinê, Mgr. Joseph Shimei  nimêj li gorî baweriyên xwe kir û lava kir ku li herêmê ewlehî, aştî, aramî û hezkirin pêk bê.

Mgr. Joseph Shimei spasiya QSD’ê li ser pîrozkirina wê ya ceja Neol ê kir û wiha axivî: "Pîrozkirina QSD’ê ji me re kêfxweşiyeke mezin e, moralên me bilind kir. Ji ber ku xebatên QSD’ê nîşaneya aştî û mirovahiyê ye. Ji ber ku mafên mirovan heye bi azadî û rûmet bijîn, cejna me cejna firîşteyê aştiyê ye."

Joseph Shimei spasiya tevahî fermandar kir, pîroz kir û wiha pê de çû: "Divê em sûdê ji hev bigirin, da ku li ser xaka xwe ya bedew û welat bijîn. Divê em bi yek dest bin û ji hev fêm bikin û xwe bispêrin rêgeza diyalogê ya pêkanîna aştiyê."

Gulo destnîşan kir ku QSD’ê ji bo aştî, parastina azadî û rûmeta gelên li herêmê, şer û berxwedanê dike.

Li gorî şêwirmenê fermandarê giştî ya QSD’ê Rêzan Gulo, serdana dêrên xiristiyan li Hesekê dê du rojan bidome.

(fr)

ANHA