Kongreya Star a Efrînê dewleta Tirk şermezar kir

Kongreya Star a herêma Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn û Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk temanê aloziya Sûriyê dirêj dike.

Kongreya Star a Efrînê dewleta Tirk şermezar kir
29 kanûn, 2020   16:11
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongreya Star a herêma Efrînê li qada Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê kom bûn. Endaman ku wêneyên têkoşer Leyla Guven hildan daxuyaniyek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Kongreya Star a herêma Efrînê û bi diruşma 'Na qirkirinê re .. bi hev re em jin û jiyanê biparêzin', sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên hovane yên li dijî tevahî herêmên Rojava û Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta Tirk rola herî krêt di dirêjkirina temenê krîza Sûriyê de dilîze. Rêbazên cuda di êrişên xwe bi kar tîne, sînorên xwe vegerand dergehên derbaskirina oposîzyonê. Piştre gelek hemele bi navên (Mertala Firat, Çiqila Zeytûnê û Kaniya Aştiyê) dest pê kirin. bi alîkariya Rûsya bajarên li ser sînor dagir kirin û berjewendiyên xwe pêk anîn, sûcên siyasî yên qirkirin û destpotiya li dijî gelên li herêmê pêk anîn.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a faşîst tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan ferz kiriye, nahêle hem parêze hem malbata serdana wî bikin. Ev jî siyaseteke li dijî tevahî nirxên exlaqî, mirovî û mîsaqên navneteweyî ye. Her wiha bi girtina kesayetên siyasî siyaseta çewisandina azadiyan pêk tîne, mînaka vê yekê girtina Leyla Guven û parêzer Ebru ya k u gihaştiye asta şehadetê.

Siyasetên dewleta Tirk a dagirker bi armanca vegerandina xewnên Osmanî li herêmê, bidawîkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, projeya neteweya demokratîk û biryatiya gelan e.  Mîna çawa li Efrîn û herêmên dagirkirî pêk hatiye û pêk tê, ji guhartina demografî, talankirina şûnwaran, wêrankirina cih û perestgehên olî û êrişên li Eyn Îsayê. Heta kîna wê li dijî goristanên şehîdan jî pêk hat, mîna wêrankirina goristanên şehîdan ên li Efrîn û Bakurê Kurdistanê. Li aliyekî din jî jinên berxwedêr, têkoşer û siyasetmedar armanc kir û piştî şehadeta wan bi cenazeyên wan lîst, da ku ji tevahî cîhanê re serkeftina xwe li dijî jina azad nîşan bide. Lê belê rewş berovajî wê hat sepandin. Lê lawazbûna dewleta Tirk a faşîst a li hember hêza jin, lehengî, vîn û berxwedana wê hat sepandin. Nîşaneya vê yekê jî, rêxistin, berxwedana wê ya li herêmên Şehba û serkna wê ya li hember komployan e.

Li ser vê bingehî, bi navê tevahî jinên Efrînê soz didin ku em li ser rêça şehîdên azadiyê ne û soza xwe ya berdewama têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirian tevahî xakên dagirkirî û vegera li welat, nû dikin.

Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mafên jinan, zarok û mirovan dike ku dawî li siyasetên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li herêmê re bînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h4An8vT6F8g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>