Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Şedadê cangoriyên azadiyê yên meha Kanûnê bi bîr anîn.

Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Şedadê hatin bibîranîn
29 kanûn, 2020   15:13
HESEKÊ

Merasîmê bîranînê li Hola Meclisa navçeya Şedadê bi beşdarbûna bi dehan mabatên şehîdan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobai axivî û rola şehîdan a rizgarkirina gelên herêmên û xilaskirina wan ji zilma çeteyên DAIŞ'ê destnîşan kir.

El-Zobai destnîşan kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e û soza şopandina xeta wan da.

Piştre, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ewda El-Mihemed nasnameyên şehîdên meha Kanûnê xwend û behsa kurtejiyana wan kir.

Di dawiya merasîmê de helbest li ser şehîdan hatin xwendin.

ANHA