​​​​​​​Şêniyên Helebê êrişên Tirkiyê şeremzar kirin

Bi banga partiyên siyasî, bi sedan şêniyên Helebê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Helebê êrişên Tirkiyê şeremzar kirin
29 kanûn, 2020   15:00
HELEB

Bertekên gel ên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê, zêde dibin. Bi sedan şêniyên Helebê bi banga partiyên siyasî daketin qadan û banga bi dawîkirina dagirkeriyê kirin.

Meşa bi diruşmeya "Na ji dagirkeriya Tirk re..Ji yekitiya niştimanî re erê.. Em hemû QSD'ê" hate lidarxistin ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û di nava kolanên sereke yên taxê de geriya.

Di meşê de alên partiyên siyasî hatin hildan û diruşmeyên banga yekitiya li hemberî xeteriya dagirkeriyê hatin berzkirin.

Meş li qada Destîna ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs û endama Nivîsgeha Têkiliya a MSD'ê Fatima Hisêno axivîn.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şeremzarkirin û banga yekitiya kurdî li hemberî van êrişan hate kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bSRDQJG2tWs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>