Li Girkê Legê du malbatên binakok li hev hatin

Meclisa Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê du malbatên ku piştî bûyera kuştinê bi nakok bûn, li hev anîn.

Li Girkê Legê du malbatên binakok li hev hatin
29 kanûn, 2020   14:40
 QAMIŞLO

Meclisê her du malbatên Al El-Miftah û Al El-Şahir ên ji gundê Til Eewrê yê li gundewarê navçeya Girkê Legê li hev anîn. Beriya çend mehan her du malbatan du ciwan ji hev du qetil kiribûn.

Piştî ku Meclisa Lihevanînê û rûspiyên herêmê mudexel kir, îro civîna lihevanînê bi beşdarbûna rûspiyan, Meclisa Rûspiyan, Oldar, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star li dar ket.

Di civînê de bi navê oldaran şêx Beşîr Dêrşoy, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Tacedîn Ferho, bi navê Desteya Rûspiyan şêxê qebîleya Welda şêx Mihemed Isamîl El-Elî û şêx Sînan Ehmed axivîn.

Axêveran piştrast kir ku li gel ku herêm di pêvajoyeke hesas û dijwar de derbas dibe, pêwîst e nakokî û pirsgirêk werin çareserkirin û hemû bi rihê berpirsiyariyê û hevgirtinê tev bigerin.

Di dawiya civînê de her du malbat li hev hatin û soza vegerandina giyana dilnizmî, hezkirin û biratiyê da.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eNTJiYhfR50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>