Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist

Îro bi hezaran jinên ji Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqayê li pêşiya baregeha Rûsya ya li navçeya Eyn Îsayê kom bûn û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsa şermezar kirin û piştrast kir ku ew piştigriyê didin berxwedana şêniyên Eyn Îsa û şervanên QSD`ê

Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist
Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist
Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist
Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist
Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist
Jinên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya xwepêşandaneke girseyî li dar xist
29 kanûn, 2020   14:30
EYN ÎSA

Îro, Kongreya Star a kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişên li ser navçeya Eyn Îsa û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî êrişan, xwepêşandeke girseyî li dar xist. Bi hezaran jinên ji Tebqa, Reqa, Kobanê û Minbicê berê xwe da navçeya Eyn Îsayê û beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandana jinan ji pêşiya baregeha Rûsya ya li taxa rojhilat a Eyn Îsayê dest pê kir. Jinan alên QSD’ê, Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan rakirin.

 

Li pêşiya bargeha Rûsyayê bi navê Kongreya Star a kantona Girê Spî Maya El-Elî, bi navê Kongreya Star a Kobanê Buşra Xelasî, bi navê rêveberiya Jinan a Minbicê Nûra El-Hamid û bi navê rêveberiyên Jinan li Tebqa û Reqayê Meryem El-Elî, axivîn.

Axêveran êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa û bêdengiya aliyên navneteweyî şermezar kirin.

Her wiha berxwedana şervanên QSD`ê ku li hemberî êrişên li ser navçeyê li ber xwe didin, silav kirin û îşaret bi roloa jinan di berxwedana li hemberî çavnebariyên Erdogan de kirin.

Axêveran bang li civaka navneteweyî kir destwerdanê bike û hovîtiya Erdogan ku hewl dide li ser hesabê xwîna sivîlan împratoriya Osmanî vegerîne, rawestîne.

Piştre, xwepêşandêran berê xwe da parka giştî ya li navarasta navçeyê da ku beşdarî şahiya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê birêxistin kiriye, bibin.

 

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê Îsmat Şêx Hesen û bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Bozan Berkel axivîn û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrişên li dijî navçeyê silav kir.

Axêveran bang li gelan kir ku piştgiriya berxwedanê QSD`ê ya ji bo parastina axa Sûriyê bikin.

Şahî bi stranên gelêrî û şoreşgerî bi dawî bû.

(cx)