Greva birçîbûnê di roja 33`yan de bi biryardariyeke xurt didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 33`yan de bi koma 7`emîn didome û girtî di çalakiya xwe de bi biryarin.  

Greva birçîbûnê di roja 33`yan de bi biryardariyeke xurt didome
29 kanûn, 2020   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  33`yan de bi koma 7`emîn berdewam dike.

ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN ZÊDE BÛN

Rêveberiyên girtîgehan jî zextên li ser girtiyên di çalakiyê de ne zêde kirine. Herî dawî hate ragihandin ku li Girtîgeha Tarsûsê rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmon nade girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Kandirayê jî, li koxûşên girtiyên siyasî roja destpêkirina greva birçîbûnê lêgerîn hate kirin û alavên girtiyan ên taybet hatin desteserkirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, li jinên ku greva birçîbûnê dewam dikin, cezayê dîsplînê hate birîn, girtî dema ku bi telefonê qala binpêkirina mafên mirovan dikin, yekser telefona wan tê birîn.

Li Rihayê jî greva birçîbûnê li gel gef û metirsiya vîrûsa koronayê dewam dike. Tevî ku hejmara nexweşên bi vîrûsê zêde dibin jî testên girtiyan nayên çêkirin

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kiriye û vir ve zext zêde bûne.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan di 18'ê Kanûnê de dest pê kir li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 12'an de dewam dike.