Balafirên artêşa Tirk herêma Barzan bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Geliyê Pîra yê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk herêma Barzan bombebaran kir
29 kanûn, 2020   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Pîra yê dikeve rêzeçiyayê Şîrîn ya ser bi herêma Barzan ve, bombebaran kir.

Bombebaran danê sibehê pêk hat û heya niha ziyanên wê nayê zanîn.

Duh bi şev jî balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Bankê yê Zaxoyê bombebaran kiribû.