Cara yekê li Xezayê ji bo bersivdayîna Îsraîlê tetbîqatên leşkerî pêk tên

Îro cara yekemîn ji bo bersivdayîna êrişên Îsraîlê komên Filistînê li Xezayê dest bi tetbîqateke leşkerî ya mezin kir.

Cara yekê li Xezayê ji bo bersivdayîna Îsraîlê tetbîqatên leşkerî pêk tên
29 kanûn, 2020   09:24
XEZA

Ji bo rakirina asta koordîne û amadebûnê, komên filistînî yên Xezayê ragihand ku ew bi navê “Rukn El-Şedîd” dest bi tetbîqateke leşkerî dikin. Tetbîqat di dîroka Filîstînê de û li Xezayê cara yekemîn e ku pêk tê.

Ev yek hemwextî analîzên ku dibêjin Îsraîl amadekariya operasyoneke leşkerî li dijî Xezayê dike ji bo derbkirina komên leşkerî beriya bidawîbûna peywira Donald Trump, pêk tê.

Çavdêrên filistînî dibînin ku nameya sereke ji tetbîqata leşkerî “Bersivdayîna Îsraîlê û ragihandina amadekariyên bersivdayîna operasyonên Îsraîlê yên muhtemel e.”

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê, pêkanîna tetbîqatê ku cara yekê pêk tê, xist rojeva xwe ku tetbîqat asta koordîneya di navbera komên Filistînê û asta pêşketina leşkerî ya wan koman de nîşan dide.

Çavkaniyên ji komên filistînî ji ajansa me re eşkere kir ku komên fîlistînî û bi taybetî hêzên leşkerî yên tevgerên Hemas û Cîhad a Îslamî ji tirsa êrişeke Îsraîlê ya muhtemel di dema tetbîqatan de seferber bûne.

(cx)

ANHA